Çipras: Tişta pêwîst dê were kirin

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Yûnanistanê Aleksis Çipras derbarê 8 fermandarên darbekar ên reviyana welatî wî de got, tişta pêwîst dê were kirin.

Helîkoptereke leşkerî yê Artêşa Tirkiyê ku di nav de 8 kesên darbekar hebûn, li giravekê Yûnanîstanê danibû.

 

Li gor medayay Yûnanistan van kesan daxwaza nîştecîbûnê ji Yûnanîstanê kirine.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê daxwaza vegerandina wan kesên reviyane ji Çipras kir.

 

Çipras diyar kir ku di demokrasiyê de cihê darbeyan nîne û got, rêza wan ji hikûmata Tirkiyê û îradeya gelê Tirkiyê re heye.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser navnîşan xwe ya Twitterê daxuyand ku wan ji Yûnanîstanê daxwaz kiriye, wan leşkerên darbekar radest bike.