Slovakya bûye rawestgeha bêhnvedana koçberan bo Ewropayê

17-06-2023
RÛDAW
Ji 10 koçberên diçin Slovakya 9 dibêjin Sûrî ne
Ji 10 koçberên diçin Slovakya 9 dibêjin Sûrî ne
Nîşan Slovakya Koçber Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Slovakya bûye rawestgeha bêhnvedana koçberan bo Ewropayê, lê wê yekê di nava wî welatî de gelek karvedan bi xwe re anîne.

Hêj meha Hezîranê ye, hindik maye hejmara wan koçberên diçin Slovakyayê du qatê sala 2022an lê tê.

Lê Slovakya ne rawestgeha dawî ye; koçber xwe di nav daristanên wî welatî de organîze dikin û ber bi welatê di xeyalên xwe de dikevin rê.

Tişta ku berpirsên Slovakyayê şok kiriye ew e; ji 10 koçberan, 9 ji wan dibêjin xelkê Sûriyê ne.

Wezîrê Navxwe yê Slovakyayê Ivan Simko dibêje: “Qeçaxçî bo koçberên neyasayî pêşniyar dikin ku xwe li nav welatê me tomar bikin, ji ber dizanin bo deportkirinê nayên desteserkirin. Lê belgenameya mane bo wan tê derxistin.”

Beşek ji koçberan ji Tirkiyê digihin Yunanistanê, ji wê derê bo Bulgaristanê, piştre Serbia, Romanya û Hungarya heta digihin Slovakyayê; koçber bi rêya Çek an Austiryayê bi ser Almanya, Holanda, Fransa û Brîtanyayê de dabeş dibin.

Ev mesele bûyeke mijareke germ a siyasî.

Wezîrê Navxwe yê Slovakyayê dibêje, rewş di bin kontrolê de ye, lê hinek parlamenter dibêjin, koçberan bi navê “Sûriyê” toz xistine çavê hikûmetê.

Parlamenter Denisa Sakova jî got: “Ji aliyê qeçaxçiyan ve baş hatine perwerdekirin, ew dizanin dema dibêjin ji Sûriyê hatine, wek pebanerên şer danûstandin ligel wan tê kirin.”

Parlamenter Milan Mazurek jî dibêje: “Slovakya rûbirûyê dagîrkeriyeke mezin a koçberên neyasî bûye, dagîrkeriyeke mezin a tawankaran.”

Hinek siyasetmedar, vê tevlîheviya li ser koçberan çêbûye, wek keşûhewaya berî hilbijartinan dibînin ku dikeve meha Îlona îsal.

Wezîrê Navxwe yê Slovakyayê Ivan Simko jî got: “Ji 2015an ve wate ji dema krîza koçberan çêbûye, yek tawan jî nehatiye kirin.”

Ji pênc mehên yekem ên îsal ve nêzîkî 9 hezar koçberan li Slovakyayê navê xwe tomar kirine, di demekê de ku di hemû sala 2022an de hejmar 11 hezar û 791 koçber bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst