Hewlêr (Rûdaw) - Profesorê Kanadayî David Ramano ji ber hezkirina xwe ya li ser Kurdan, fêrî zaraveya Soranî bûye û niha mijûlî nivîsandina pirtûkeke taybet a li ser siyaseta derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Mala profesorê Kanadayî Davîd Ramano li bajarê Springfield a wîlayeta Missouri ya Amerîkayê ye. Romano sala 1996an ji Tirkiyê bi bisikletê hatiye Başûrê Kurdistanê û piştre jî çûye Rojhilatê Kurdistanê.
Profesorê Zanistên Siyasî û Lêkolerê Dîroka Kurdan David Romano anî ziman, “Navê min David Romano ye, ji Kanadayê me, zimanê min ê dayikê Fransî ye lê min bi Îngilîzî xwendina xwe temam kir.”
Romano salane li Amerîkayê di 21ê Adarê de Cejna Newrozê pîroz dike. Ev welatiyê Kanadayî nivîskarê 4 pirtûkên derbarê Kurdan de ye û bi dehan lêkolîn jî di vî warî de kirine. Dibêje heta ku ew li jiyanê be, dê li ser lêkolînên derbarê Kurdan û Kurdistanê de berdewam be.
Profesorê Zanistên Siyasî û Lêkolerê Dîroka Kurdan David Romano got, “Ev sê pirtûk û pirtûkekî din ku min li malê hiştiye, ligel van pirtûkan ku beşek ji wan min bi xwe nivîsîne, ew kar in ku min li ser Kurd û Kurdistanê kirine. Min hinek xebatên din jî li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn hene.”
Niha bi nivîsîna pirtûkeke taybet a li ser siyaseta derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijûl e. Mamosteyên Zanîngehê li Amerîkayê 7 sal carekê dikarin yek demsalê betlaneyê werbigirin.
Romano biryar daye betlaneya xwe ku 7 sal in li bendê ye wernegire. Di wê demê de bê Hewlêrê û li Zanîngeha Selaheddîn bê beramber dersan bide.
Romano gelek ji ajelan û jîngehê jî hez dike û Serokê Rêxistina Hevpeymaniya Rûbarên Amerîkayê ye ku zêdeyî 5 hezar endamên wê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse