Nûnerê Putin bo Sûriyê: Opersayona Tirkiyê dê Kurdan teşwîqî dewleteke serbixwe bike

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê dibêje, operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê dibe ku Kurdan teşwîq bike ku dewleteke serbixwe li wî welatî ava bikin.

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Pûtîn Aleksandr Lavrentyev derbarê egera operasyona Tirkiyê ya li ser Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de got “Ev operasyonên leşkerî Kurdan teşwîq dike ku ber bi avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe ve biçin.

Lavrentyev got jî "Me ji dostên xwe yên Tirk re gotiye ku operasyona we ya leşkerî dibe ku cudaxwaziyê di nav kurdan de zêde bike û wan teşwîq bike ku dewletekê ava bikin."

Ev axaftina berpirsê Rûsî di demekê de hat ku berpisên Tirkiyê dibêjin, ew dê dest bi operasyonekê li bakurê Sûriyê bikin ji bo temamkirina “herêma aram”.

Herwiha Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê got ku şanda Rûsî di danûstandinên Astanayê de bi hemû hêza xwe hewl da ku Tirkiyê razî bike ku "operasyona wê ya leşkerî" li dijî bakurê Sûriyê dê encamên nerênî hebe.

Lavrentyev ragihand “Moskow hewl dide Kurdan razî bike ku bi hikûmeta Sûriyê re lihev bikin û yekparçeyiya xaka Sûriyê biparêzin, di vê çarçoveyê de divê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi artêşa Sûriyê re bên yekkirin.”

Nûnerê Putin bo Suriyê diyar kir “Aliyê Tirk li dijî diyaloga bi kurdên Rojavayê Kurdistanê re ye û Tirkiyê fikra hevdîtina bi Kurdên Sûriyê re red kir û zehmet dibîne û ji aliyê Rûsyayê re tekez kir ku ew ti carî beşdarî danûstandinên ligel wan nabin.”

Nûnerê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê di beşeke din a axavtina xwe de got jî “Me ji Tirkiyê re gotiye ku operasyona leşkerî ya li dijî Bakurê Sûriyê ji bo Enqere bi xwe metirsî ye ji ber ku ne PKK û ne jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk qada leşkerî terk nakin.

Nûnerê Putin bo Sûriyê hêvî kir ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan dest ji êrişa leşkerî berde û hişyarî da ku rûbirûbûna rasterast di navbera artêşa Tirkiyê û Sûriyê de çêbibe.