Kurdek bû cîgirê serokê partiya sosyalîst a gelê Danmarkê

17-06-2019
RÛDAW
Nîşan Serdal Benlî Kurd Danmark
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku di çend rojên derbasbûyî de, du kesên Kurd li Danmarkê bibûne parlamenter, îro jî kurdekî din ê bi navê Serdal Benlî weke Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Gelê Danmarkê hate hilbijartin.

 

Serdan Benlî ji sala 1988an ve li Danmarkê dijî û ji sala 2003an ve di nav refên Partiya Sosyalîsta Gelê Danmarkê de dest bi çalakiyên xwe yên siyasî kiriye.

 

Serdan Benlî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji sala 2003an ve di nava refên Partiya Sosyalîst de kar dikim, ji 2005 ve heya 2009an endamê Encûmena Herêmî bûm li Danmarkê, îro jî hilbijartina min weke Cîgirê Serokê Partiyê, ez kêfxweş kirim.”

 

Ji bilî berpirsatiyên nav partiya sosyalîst de, Serdal Benlî ji sala 2009an ve heya niha Endamê Şaredariya Glas Askoyê bûye.

 

Benlî ji Rûdawê re destnîşan kir: “Di nava Partiya Sosyalîst Demokrata Gelê Danmarkê de Helîme Oguz ku kurdeka Bakur e, bûye endama parlamentoyê û çend Kurdên din ên endamê Sosyalîst, endametî û berpirsatiyên cuda di nava partiyê û şaredariyên navçeyan de hene.”

 

Serdal Benlî di sala 1979an de li Enqere ya paytexta Tirkiyê ji dayik bûye.

 

Di hilbijartinên 5ê Hezîrana îsal (12 roj berî niha) de, bo cara yekem du Kurd li Danmarkê bûne parlamenter ku herdu jî jin in. Helîme Oguze ji Partiya Sosyalîst û Lars Aslan ji Partiya Sosyalîst Demokrat ew du jinên Kurd in ku bûne parlamenter.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst