Fransa-Almanya-Brîtanya ji Rohanî hêvîdar in

17-06-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî daxuyaniyên serokomarê nû yê Îranê Hesen Rohanî li ser siyaset û bernameyên xwe, Brîtanya, Fransa û Almanya hêviya nîşan dan ku dikarin digel serokomarê nû yê Îranê Hesen Rohanî li ser pirsa etomî ya wî welatî li hev bikin.

Li gorî nûçeya BBC, wezîrê derve yê Brîtanya ragihand ku ew hêvîdar in bikarin digel serokomarê nû yê Îranê li ser pirsa etomî ya wî welatî li hev werin.

Almanya jî hêviya xwe anî ziman ku “niyetpakiya” Rohanî bibe sedema çareseriya arîşeya etomî ya Îranê.

Serokomarê Fransa Franswa Oland jî diyar kir ku bi hilbijartina Rohanî wek serokomarê Îranê re qonaxeke nû di pêwediyên navbera Fransa û Îranê de dê dest pê bike.

Serokomarê nû yê Îranê Hesen Rohanî, îro (17.06.2013) li Tehranê civîneke çapemeniyê ya berfireh li ser siyaset û bernameyên xwe ji bo serokomariyê li dar xist.

Rohanî diyar kir ku dê beriya her tiştî rewşa aborî û jiyana xelkê Îranê baş bike, her wiha di siyaseta derve de jî dê şêwazên dostane bikar bîne û hewl bide nakokiyên navbera Tehran û welatên derdor û cîhanê kêm bike.

Li ser pirsa etomî jî Rohanî got ku Îran tu carî dest ji meyandina ûranyomê bernade ji ber ku ew mafê Îranê ye lê dê di şêwazên gotûbêjan de zêdetir zelal bin.

Serokomarê nû yê Îranê ku wek kesekî referomxwaz tê naskirin, li ser rewşa Sûriyê de jî got ku divê gelê Sûriyê biryara dawî bidin û Beşar Esed jî heta sala 2014an li ser desthilatê bimîne û paşê gelê wî welatî çi got bila wisa be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst