Galeriya wêneyan

17-05-2023
40 Photos
RÛDAW

Bi fîlmeke Johnny Depp 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê despê kir

 

Li Fransayê 76emîn Festîvala Fîlman a Cannesê despê kir.

Di festîvalê de 21 fîlm dê ji bo Palmiyeya Zêrîn anku Darxumeya Zêrîn milmilaneyê bikin.

Merasima destpêkirina festîvalê duh êvarê bi fîlma "Jeanne du Barry" a derhênera Fransî û Cezayîrî Maiwenn Le Besco hat kirin û festîval dê heya 27ê Gulanê bidome.

Îsal di desteya juriyan de ku derhênerê Swêdî Ruben Ostlund serokatiya wê dike, 9 endam beşdar in.

Ostlund di 2017an de bi fîlma "Çargoşe" û par jî bi fîlma "Sêgoşeya Xemgîniyê"  xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.

Tê çaverêkirin ku di pêvajoya festîvalê de 120 hezar kes serdana bajarê Cannesê bike.

Herwiha heta saet 06.00ê sibeha 28ê Gulanê lidarxistina xwepêşandanan li qada festîvalê hatiye qedexekirin.

Di festîvalê de aktorê Amerîkî yê navdar Michael Douglas jî amade bû û wek mêvanek taybet pêşwaziya wî hat kirin û wek rêzgirtin hat xelatkirin.

Piştî wê pêşwaziya germ û xelatkirinê, Michael Douglas di daxuyaniyekê de got: “Temen ji festîvalê jî mezintir e.”