Kobaniya Ukraynayê; Mariupol

17-05-2022
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ukrayna Mariupol Rûsya Kobanî
A+ A-

Mariupol (Rûdaw) - Mariupol an jî Kobaniya Ukrayniyan. Ji aliyê hin jêderan ve, hejmara qurbaniyên di dema dorpêça Mariupolê de, dora 2 hezar û 500 kes tê ragihandin.

Sembola Mariupolê, peykerê karkerê pola yê. Kargeha Polayê ya bi navê Îlîç. Hêzên Rûsî 25 Sibatê dest bi êrîşê ser Mariupolê kiribûn, û li vê Kargehê rastî berxwedana pêşîn a hêzên Ukraynî hatibûn.

Karmenda berê ya postaxanê Nataliya got "Top li mala min ket û birayê min û mêrê min mirin. Ez mam tenê. Dapîra min jî çûye Rûsyayê cem neviya xwe. Em pênc kes bûn, niha mame tenê. Niha tenê nefesa min tê û diçe, ne ku ez dijîm… Bo min zehmete ku tiştekî bêjim. Eger rastî bêjim, tu hêviya min nîne ku rewş baştir bibe.”

Li gorî zanyariyên meclîsa bajarê ya Mariupolê, ku dawiya meha Adarê ragihandibû, 90% jêrxaneya bajêr, an ku 2340 apartman, 61 hezar 200 xaniyên şexsî, 7 nexweşxane, 4 klînîk,  57 dibistan, 7 saziyên xwendina bilind, 70 baxçeyên zarokan, 3 zayîngeh hatine rûxandin.

Şanoya Dramayê ya Mariupolê ku gelê sîvîl tê de sitar dibû, di 16ê Adarê de rastî bordûmana hatibû.

Wezîrê Berevaniyê Rûsyayê 21 Nîsanê ragihand ku bajarê Mariupol bi tevayî hatiye kontrolkirin. Berevanên bajêr û hejmarek sîvîl tenê di nava kargeha AzovStalê de mane û ew jî bi tevayî hatine dorpêçkirin.

Li bajêr ev sê meh in ku av, elektrîk, gaz û sotemenî nîne. Alîkariya mirovî mehê carekî ji Rûsyayê tê.

Firoşyara berê Yûliya dibêje "Tu sibê zû radibî, dîçî qirşikan kom dikî, agirê vêdixî; avê dikşînî, xwarinekî çêdîkî ji bo zarokan. Ew alîkariyê ku tê dayîn, ne tuiştekî ye. Mehê carekî tê dayin, ew jî têrê nake."

Endaziyar Aleksey diyar kir "Em li bendê ne ku qey na, tiştên bingehîn vesaz bikin, av eç gaz e, elektrîk e. Paşê êdî diyar bibe, ka çi dibe. Eger ta zivistanê germahiyê bidin, mirov dikare bijî. Lê mirov nikare pêşbîniyê bike. Dema li dora xwe, li vê wêrankariyê dinêrî, mirov tênagihêje, ka dê çawa be."

Berê şer hejmara şêniyên bajarê Marîûpolê dora 500 hezar kes bû, û 100 hezar penaber jî ji gundewarên dorberê lê bicih bûbûn. Niha bi misogerî hejmara nişteciyên ku bajêr mane, nayê zanîn. Jixwe kolan hema bêje vala ne. Carna hin kesên ku li pey pêdawîstiyên jiyanê ketine, li kolanan tên dîtin.

Malnîşîn Sergey Vasilyevîç ragihand "Wesayît tunebû ku em derkevin, an jî xwe bigihînin Mariupolê. Gundê min 18 km ji bajêr dûr e. Peya jî nabe, ez 77 salî me, nikarim peya rê biçim. Carek gotibûn ji vir, an ku ji navendê otobus dê xelkê veguhêze. Milet jî kom bûye, paşê ferman hatiye ku belav bin biçin malên xwe. Tiştê wisa jî qewimiye."

Malnîşîn Tatyana Kurtseva destnîşan kir "Xaniyê min bi tevayî şewitiye. Têkberên malê jî. Em pênc kes tê de dijiyan. Kurê min tev jin zarê xwe û ez û mêrê min. Em bi demkî di malekî de bicih bûne, lê vaye xwediyên malê tên. Niha cî tune ku em lê sitar bin. Jixwe belgeyên min jî şewitîne. Ez bê belge mame."

Bajarê Marîûpol beriya sala 2014 di nava sînorên Parêzgeha Donetskê de cih digirt. Niha jî, ew bajarê xeyalet, ketiye nava sinorên Komara Gel a Donetskê, ku serxwebûna wê tenê Rûsya nas kiriye.

Li Marîpolê buhar e, lê bêdengiyeke mirinê hakim e. Jixwe êdî xema kesî ji bombardûmana Kargeha Azaovstalê jî nîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst