Senatorên Demokrat û Komarî derbrê Îranê de hişyarî dane Trump

Hewlêr (Rûdaw) - Pêngavên Rêveberiya Amerîkayê li hember Îranê, herwiha kişandina beşek ji karmendên balyozxane û konsulxaneya Amerîkayê ji Bexda û Hewlêrê hejmarek ji senatorên Amerîkî dilgiran kirine. Senatorê Komarî, Bob Menendez daxwaz ji Koşka Spî kir ku agahiyan li ser wan gavên vê dawiyê bide Kongirêsê, û rewşa heyî ji bo kongirês û gelê Amerîka re zelal bike.

 

Ligel zêdebûna tevlîheviyên navbera Amerîka û Îranê, senatorên Amerîkayê bi taybet senatorên demokrat, derbarê rûbirûbûna Amerîka û Îranê de hişyariyê didin îdareya Trump.

 

Hejmarek senatoran li Kongresa Amerîkayê daxwaz ji Îdareya Trump kirin ku zanyariyên zêde li ser stratejiya Koşka Spî ya beramberî Îranê bidin wan. Hinek senator ji wê yekê ditirsin ku li ser zaniyarên şaş û saxte şer di navbera Amerîka û Îranê de derkeve. Her wek çawa sala 2003an şer li ser zanyariyên şaş û saxte dijî Iraqê çêbû.

 

Senatorê Demokrat Bob Menendez ragihand: “Pêdiviya me bi demek din wek ya çekên komkujiî yên Iraqê nîne ku li ser bingeha zanyariyên sexte, em birin şerekî leşkerî nav Iraqê. Ew yek jî şaşîtiya herî mezin ku me di siyaseta derve de kiribe. Lewra em nikarin biryarek jîrane girêdayî siyaseta derve û ewlekariya niştîmanî derxînin, di dema nebûna zaniyariyên istixbaratî de, ku ji me re bibêjin metirsî kîjan in û nirxandina wan metirsiyan çiye? Ew nirxandin çiqasî bihêz e; lewma ev yek dibe wek derxistina biryarekê derbarê siyaseta derve û ewlekariya niştimanî de bi awayekî korane.”

 

Hijmarek senatorên Komarî jî ligel daxwaza senatorên demokrat hevra ne û wiha dibînin ku divê Koşka Sipî derbarê stratejiya beramberî Îranê de, zanyariyên zêdetir bide komîteyên peywendiyên derve yên Encûmana Pîran a Amerîkayê.

 

Senatorê Komarî Met Romny jî dibêje: “Îdare wê yekê pêşan dide ku şiyana me ya bersivdanê bi rêya hêzê heye. Herwiha ev li derveyî hişyariyeke zêde ye. Ya maqûl wan kesan bidin alî ku li ser rêya zerarbûnê ne. Brîfîngeke min a şexsî hebû ku min daxwaza wan zaniyariyan kir. Ez dizanim ku ew gehiştiye serokê komîteyê, lê nabe ew bikeve ber destê hemûyan. Lê bi baweriya min divê ew corên zanyariyan li ber destê komîteyên me hebin.”

 

Li gor destûra Amerîkayê, ragihandina şer di destê Kongresê de ye û serok nikare bê Kongresê şer dijî welatekî rabighîne. Senatoran hişyarî dane îdareya Trump, ku nabe Amerîka bêyî razîbûna Kongresê biçe nav şerê dijî Komara Îslamî ya Îranê.