Albanya mafê penaberiyê da 14 endamên Mucahidîn

Hewlêr (Rûdaw) – Nûnerê taybet ê NY li Iraqê Martîn Kopler ragihand, welatê Albanya mafê penaberiyê da 14 endamên rêxistina Mucahidînê Xelq a Îranê (Mucahidîn).

Li gorî nûçeya BBC, nûnerê NY li Iraqê Martîn Kopler ragihand, Albanya mafê penaberiyê da 14 endamên Mucahidîn û kesên han roja 15.05.2013 ji Iraqê derbasî Albanya bûn.

Kopler diyar kir ku ev yek gaveke erênî ye ji bo derxistina hemû endamên Mucahidîn ji Iraqê ku zêdetirî 3 hezar kes in.

Nûnerê NY li Iraqê ji welatên din jî xwest mafê penaberiyê bidin endamên Mucahidîn.



Endamên Mucahidîn

Wezareta derve ya Amerîka jî di daxuyaniyekê de spasiya Albanya kir ku mafê penaberiyê daye endamên Mucahidîn.

Di daxuyaniyê de ji rêveberiya Mucahidîn hatiye xwestin ku rê bide endamên rêxistinê yên ku niha li nav kempa Azadî ya li nêzîkî paytext Bexdayê ne, bikaribin bi çavdêrên mafên mirov ên NY re hevdîtin bikin.

Tê zanîn, rêxistina Mucahidînê Xelq a Îranê beriya niha di lîsteya terorê ya Amerîka de bû lê par payîzê ji lîsteyê hat derxistin.

Hat zanîn, di heyama hefteyên borî de rêxistina Mucahidîn li Washingtonê nûnertiya xwe vekiriye.

Yek ji lîderên Mucahidîn bi navê Meryem Recevî, piştî ku kempa nû ya endamên rêxistinê (kempa Azadî) rastî êrişê hat, got, yan divê hemû endamên Mucahidîn derbasî Amerîka bibin yan jî vegerin kempa Eşref li bakûrê Bexdayê.



Meryem Recevî

Niha li kempa Azadî li Iraqê zêdetirî 3 hezar endamên Mucahidîn hene.

Beriya kempa Azadî, endamên Mucahidîn li kempa Eşref bûn ku di salên 1980î de ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve hatibû avakirin. Lê piştî ku rejîma Sedam Husên hat hilweşandin endamên Mucahidîn ji aliyê Amerîka ve hatin parastin û paşê hatin bêçekkirin.