Wezîrên derve yên welatên G7 li Japonê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Derve yên welatên endam di G7 de îsal li Karuîzawa ya Japonê dicivin. Civîna îsal taybet e bi guherîna keşûhewayê û welatên G7 soz dane ku heya sala 2050an deravêtina karbonê bigihînine sifir ji sedê.

Wezîrê Jîngehê yê Îtalyayê, Gilberto Pichetto Fratin dibêje, “Em ji ber pabendbûna Grûpa Welatên 7 a ji bo gihîştina encama derketina sifir Karbûn heta sala 2050 gelekî kêfxweş in, me li hev kir ku bi hevahengî û di zûtirîn dem de dest bi kar bikin.”

Piştî şoreşa pîşesazî, germahiya erdê bi qasî 1.3 pileyê sîlîzî germtir bûye. Eger ew rêje bigihîje 3 pileyên sîlîzî, gelo jiyan li ser zemînê dê çawa be? Bilindbûna asta deryayê û beyabanbûn, di nav yên herî metirsîdar de ne.  %10 ji niştecihên erdê li peravên 10 metre ji asta deryayê bilind dijîn. Eger germahî 3 pileyî zêde bibe, ew kesên %10 neçar dibin ku ji cîhê xwe derkevin. Niha germahiya erdê 1.3 pile bilind bûye, lehiyên çem û rûbaran %2 zêde bûne, eger germahiya erdê bigihîje 3 pileyan, lehiya çem û rûbaran jî dê %4 zêde dibe. Pêlên germahiyê ji %40 ber bi %90 ve bilind dibin.

Eger tedbîrên pêwîst neyên girtin, heta sala 2050'î, hişkesalî û lehî dê bi buhayê 5.6 trîlyon dolar zirarê bide aboriya cîhanê.

Wezîrê Jîngehê yê Japonê, Akihiro Nishimura dibêje: “Me li hev kir li beramberî pîsûna jîngehê bi plastîkan, rêkarên pêwîst heta sala 2040 werbigirin.”

Salane bêtirî 8 milyon ton plastîk dikevin nava derya û okyanûsan. Eger rêkarên pêwîst li beramberî wê nehên wergirtin, tê pêşbînîkirin ku heta sala 2050an hejmara plastîkan di nava deryayê û okyanûsan de ji masiyan zêdetir bibe.

Rojane yek milyar û 500 milyon bitlên plastîkî tên berhemanîn. Kêmtir %9 ji wan plastîkên ku têne bikaranîn têne vezîvirandin. Her sal milyonek zindiyên di nava derya û okyanûsan de ji ber plastîkê dimirin.

Armanca sereke ya Lûtkeyê cîbicîkirina xalên sereke yên rêkeftina Parîsê ya sala 2015an e ku pêk tê ji rêgirtina bilindbûna pileyên germiya erdê bi 1.5 pileya sîlîzî, li gorî serdema beriya pîşesaziyê.

200 welat û herêman beşdarî rêkeftian Parîsê bo rûbirûbûna guhertina keşûhewa kirine , heta niha %52 ji wan ji bo kêmkirina derxistina gaza germ tedbîrên cidî wergirtine.