Sûdan: Şerê artêşê û Hêzên Piştevaniya Bilez berdewam e

17-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Sûdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Pizîşkên Sûdanê ragihandiye ku ji destpêka şer û heta niha, herî kêm 97 kes hatine kuştin û 365 kesên din jî birîndar bûne. Serê sibeha îro Artêşa Sûdanê êrîşî pêgehên Hêzên Piştevaniya Bilez li başûrê Xertûmê kirine û şer li derdora baregeha Fermandariya Giştî li paytexta Sûdanê jî di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de derketiye.

Artêşa Sûdanê belav kiriye ku wan careke din dest daniye ser Balafirxaneya Merwî.

Birîndarekî şer û pevçûnên navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez e, bo nexweşxaneyê tê birin.

Şerê çekên sivik, mamnavend û giran pêyên xwe avêtine roja sêyem. Zanyariyên seretayî behsa kuştina bi kêmanî 56 kesên sivîl û birîndarbûna bêhtir ji 600 kesên din dikin. Hîn jî ti aliyekî nikarîbû rewşê ji xwe re yekalî bike.

Di vê girteya vîdeoyî de, Artêşa Sûdanê derdikeve ku cihekî ji destê Hêzên Piştevaniya Bilez derdixe û bi nefret tabloyên wan dişikînin.

Li aliyekî din ji vê vîdyoyê, kontrolkirina serokayetiya welat ji aliyê Hêzên Piştevaniya Bilez ve, tê nîşandan.

Şer seranserî welat girtiye ber xwe. Li Xertûm a paytext û beşeke bajarên mezin ên wî welatî, elektrîk, av û telefon hatine birrîn û xizmetguzariyên sereke nemane.

Rojnamevanekî şêniyê Xertûmê Muimin Mekkî anî ziman, “Rewş li Sûdanê, bi rastî, metirsîdar e, ji roja Înê ve, şer û pevçûnan destpê kiriye û teqe li her cihî heye. Xelkên sivîl hatine kuştin û xizmetguzarî nemane.”

Her du alî, artêş û Hêzên Piştevaniya Bilez hev du bi destpêkirina wî şerî tometbar dikin.

Berî dadana şer, artêşê daxwaz ji Hêzên Piştevaniya Bilez kiribû, di dema 6 mehan de, tevlî yekeyên artêşa welat bibin.

Hêzan razîbûna xwe derbirrîbû lê bi mercê ku ew prose di dema 10 salan de bê kirin û li ser desthilatê û awayê rêkxistina hêzan rêkeftin bê kirin.

Artêşa Sûdanê ji bêhtirî 250 hezar serbazî tê texmînkirin. Hêza Piştevaniya Bilez bêhtir ji 100 hezar çekdarên wê hene. Komkara Erebî, civîneke bilez kir û daxwaza rawestandina şer kir.

Cîgirê Nûnerê Herdemî yê Misirê li Komkara Erebî Ubeyda Denderawî got, “Şanda welatê min daxwazê ji hemû aliyên Sûdanê dike, ku yekser hemû pevçûnên çekdarî rawestînin. Em haydariyê jî didin, ji dirêjkirina vî şerî, bi rastî encamên metirsîdae û mezin wê hebin, li ser asta navxwe ya Sûdanê û herwiha hemû navçeyê.”

Serokwezîrê berê yê Sûdanê Ebdulla Hemdûk, derbarê serhildana şerê navxweyî, haydariyê dide û dibêje, tenê gotûbêj rêgiriyê li ber vê karesatê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst