Li New Yorkê dijî mişkan bi fermî şer hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li New York a Amerîkayê li dijî mişkan bi fermî şer hate ragihandin ku jiyan li mirovan zehmet kirine.

Dema xelkê New Yorkê dît gihîştiye wê astê ku mişk pîzza ji destên mirovan didizin, têgihîştin ku kontrola bajêr ji dest didin lewma bi fermî şer li dijî mişkan ragihandin.

Li gor amarên nefermî hejmara mişkan li rawestgehên trênan û metroyên New Yorkê gihîştiye nêzîkî du milyonan.

Metirsiya mezin a mişkan rayedarên New Yorkê neçar kirin ku bi fermî şer li dijî mişkan rabigihînin.

Şaredarê New Yorkê Eric Adams li ser metirsiya mişkan got, “Em naxwazin zeftkarekî wek mişkan her roj me di malên me de bitirsîne. Ji ber vê yekê bihêlin ez bibim yekem kes ku împaratoriya mişkan bi we bidim nasîn. Katie, fermo were, çend tiştan bêje.”

Katie, piştî ku ji aliyê Şaredarê New Yorkê ve hate nasandin, dê êdî bi mûçeyek mehane ya 1,300 dolaran li dijî mişkan têbikoşe.

Mişk ji bo New Yorkê bibûn gefeke rasteqîne. Ewqasî pîzzayên xelkê xwarine ku masûlkeyên wan bihêz bûne, pisîk jî ji wan ditirsin. Ne tenê pisîk, di vîdeoyekê de derdikeve ku zilamek di mala xwe de asê hîştine.

Berpirsa Têkoşîna Dijî Mişkan Katelyn Corradi anî ziman, “Ji niha û pê de hûn ê min bêhtir û mişkan kêmtir bibînin. Dibe ku mişkên dizên pîzzayan hez bikin ku evqasî navdar bibin lê mişk û ew rewşa ku tê de dijîn êdî li New Yorkê nayên paşguhkirin. Li bajêr desthilatdareke nû dest bi kar kir.”

Ev 335 sal in mişk li New Yorkê serdest in û rayedaran ji bo jinavbirina wan her tişt bikar anîn ku ya herî dawî di sala 2018an de rayedaran rojane 12 hezar mişk bi karbondîoksîtê difetisandin.