Yekîtiya Ewropa: Operasyona Efrînê rewşa mirovî xirabtir kiriye

17-04-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Tirkiye Êriş Yekîtiya Ewropa
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Ewropayê derbarê êrîşa ser Efrînê de rexneyan li Tirkiyê digire û radighîne ku operasyona Tirkiyê li Efrînê rewşa mirovî li Sûriyê xirabtir kiriye.

 

Li gor medya Tirkiyê, doh piştî bidawîbûna civîna wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê ku her 28 welatên endam beşdar bûn, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.


Di daxuyaniyê de tê gotin ku tevgera leşkerî li Sûriyê rewşa mirovî li wî welatî xirabtir kiriye. Herwiha behsa wê yekê jî tê kirin ku Yekîtiya Ewropayê ji wê yekê nîgeran e rewşa mirovî li bakurê rojavayê Sûriyê xirabtir bibe, bi taybetî piştî tevgera leşkerî ya Tirkiyê li bajarê Efrînê.


Li beramber Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Yekîtiya Ewropayê Omer Çelîk rexne li vê helwêsta Yekîtiya Ewropayê girt û wek helwêsteke neberpirsane binav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst