Li Almanyayê operasyona li dijî TKP/ML: 7 binçavkirî

17-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Dusseldorf (Rûdaw) – Li Almanyayê 7 kes hatine binçavkirin ku bi endametiya TKP/ML  tên tewanbarkirin.

Li gor daxuyaniyeke Dozgeriya Federal ya Almanyayê, pêr di encama operasyoneke li dijî partiya tirkî ya neyasayî TKP/ML de, 7 kes hatine binçavkirin ku bi endametiya di “rêxistineke terorîst“ de tên tewanbarkirin.

Ji 7 kesên ku hatine girtin 5 jê hemwelatiyên Tirkiyê ne, du jî hemwelatiyên Almanyayê ne, lê herdu hemwelatiyên Almanyayê jî bi eslê xwe ji Tirkiyê ne.

Li gor daxuyaniya dozgeriyê, li ser biryara dadgehê pêr (15.04.2014), Muslum E. (55), Dilay Banu B. (44), Erhan A. (49), Haydar B. (66), Musa D. (55), Sinan A. (47) û Seyit Ali U. (45) hatin binçavkirin. Ji bilî wê yekê jî lêgerîn li malên çar kesên binçavkirî li eyaletên Bayern, Baden-Wuerttemberg, Hessen û Nordrhein-Westfalen hatin kirin.

Kesên binçavkirî bi wê yekê tên tewanbarkirin ku weke endam tevlî xebatên “rêxistineke terorê ya biyanî bi navê TKP/ML“  bûne. Kesê bi navê Muslum E. bi wê yekê tê tewanbarkirin ku ji Tebaxa 2014ê ve endamekî rêveberiya wê partiyê ye û berbiçav bandor li karê wê kiriye.

Li gor daxuyaniya Dozgeriya Federal, baskê derveyî Tirkiyê yê TKP/ML di jêr berpirsyariya Muslum E. de salane bi sedhazaran Euro ji bo karê wê partiyê li Tirkiyê berhev kirine. Dilay Banu B., Erhan A., Haydar B., Musa D., Sinan A. û Seyit Ali U. jî bi wê yekê tên tewanbarkirn ku weke kadroyên sereke ji bo peydakirina pereyan, karê rêxistinî û propagandaya partiyê û peydakirina endamên nû berpirsyar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst