Fînlenda pêwendiyan yekser ligel Hewlêrê dike

17-04-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Helsinkî (Rûdaw) - Wezîrê Parastina Fînlendayê Carl Haglund ragihand alîkariyên wan dê ji bo Hêzên Pêşmerge bidome û ewê yekser pêwendiyan liel Hewlêrê pêk bînin.

 

Carl Haglund ji Rûdawê re diyar kir, gumana Hikûmeta Fînlendayê ji karên Hikûmeta Bexdayê heye, lewma raste rast pêwndiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge dikin.

 

Haglund anî ziman rêxistina DAIŞê ji bo tevahiya cihanê metirsiye û wiha got: “Heta ku rêxistin were têkbirin emê alîkariyên leşkerî û lojîstik ji bo Hêzên Pêşmerge bidomînin.”

 

Wezîrê Parastina Fînlendayê eşkere kir, di rojên bên de rayêdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo paytaxt Helsinkî were vexwendin ji bo ku wa re bicivin û alîkariyên zêdetir pêşkêş bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst