Trump gef li Îranê xwar: ‘Encam dê tirsnak bin’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar û got, “Her guleya ku ji aliyê Hûsiyan ve bê berdan, dê weke ku ji aliyê Îranê ve hatibe berdan bê dîtin û encam dê tirsnak bin”
Êrişên Amerîkayê yên li ser Hûsiyên Yemenê didomin û Trump daxuyaniyeke nû da.
Donald Trump diyar kir ku dê Îran ji êrişan berpirsiyar bê dîtin û got:
"Dê bi hêzeke mezin bersiva her êrîş an jî tolhildana ji aliyê Hûsiyên ve bê dayîn.
Her guleya ku ji aliyê Hûsiyan ve bê berdan, dê weke ku ji aliyê Îranê ve hatibe berdan bê dîtin.”
Trump, ku diyar kir “xelkê Yemenê ji Hûsiyan nefret” dike, wiha got:
"Çavkaniya hemû êrişên ku ji aliyê Hûsiyan ve pêk tên -ew çete û rêgirên nemirovî ne û li Yemenê bi cih bûne- Îran e."
“Encam dê tirsnak bin”
Trump got ku Îran Hûsiyan kontrol dike û li pey çû:
"Dê bi hêzeke mezin bersiva her êrîş an jî tolhildana ji aliyê Hûsiyên ve bê dayîn.
Her guleya ku ji aliyê Hûsiyan ve bê berdan, dê weke ku ji aliyê Îranê ve hatibe berdan bê dîtin û Îran dê berpirsiyar bê girtin, dê rûbirûyî encamên wê bibe û ev encam dê tirsnak bin."