Hilbijartinên Rûsyayê çi qasî cihê baweriyê ne?

17-03-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Pêvajoya hilbijartinên Rûsyayê didome / Wêne: Rûdaw
Pêvajoya hilbijartinên Rûsyayê didome / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Rûsyayê Ewlehiya Hilbijartinan
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Welatiyên Rûsyayê sê roj in ji bo hilbijartina serokê xwe diçin cihên dengdanê.

Qerebalixeke berbiçav heye li ber sindoqan.

Piraniya dengderan bi hêvî û daxwazên misoger diçin navendên dengdanê lê yên bêhêvî û reşbîn jî ne kêm in.

“Rûsya dê vebijêreke rast bike”

Bijîşk Olga Yakşînayê got:

“Hêviyên min ên sereke, îstiqrar, baştirbûna rewşa gel, bidawîanîna şer, li gorî berjewendiya me bê guman.

Ez pir bi hêvî me ku Rûsya dê vebijêreke rast bike.”

“Ev ne hilbijartin in”

Endaziyar Elizaveta Igorevnayê jî got:

“Hîç hêviya min tune. Ji ber ku ew ne hilbijartin in. Li vir ti hevrikî tune bûn. Loma jî navê wê ne hilbijartin e.

Navê wê, dikarin bêjin çalakiyeke mîna hilbijartinê, giştpirsi nizanim, dikarin her navê lê bikin lê tenê ne hilbijartin.”

“Dengdan di bin kamerayan de tên kirin”

Di rêkxistina pêvajoya dengdanê de, baldariya mezin bi şefafiyetê hatiye dayîn.

Li navendên hilbijartinê yên li seranserê Rûsyayê, dengdan di bin kamerayan de tên kirin.

Di heyamê sê rojên hilbijartinê de çendîn hewlên têkdana pêvajoya dengdanê jî hatine tomarkirin.

Lê çavdêrên civakî dibêjin, li Rûsyayê sîstema dengdanê pir ewle ye.

“Sîstema Rûsyayê baş hatiye amadekirin”

Alîkarê Serokê Bingeha Civakî ya Çavdêrîkirina Hilbijartinan Aleksandr Asafov jî got:

“Sîstema Rûsyayê li hemberî metirsiyên ji derve baş hatiye amadekirin.

Gefên mîna hewlên êrişên sîbernetîk li ser sîstema dengdana online, hewlên têkbirina îtîbara hilbijartinên Rûsyayê bi rêya belavkirina feyk an ku agahiyên derewîn, wek em dibînin, sîstem li hemberî van gefan amade ye.

Tevî wan hewlên tirsandinê yên ji derve, xelk bi kêfxweşî beşdarî dengdanê dikin.”

115 hezar kes çavdêriya pêvajoya dengdanê dikin

Li gorî daneyên Komîsyona Navendî ya Hilbijartinan li tevaya Rûsyayî bi giştî 115 hezar çavdêrên navneteweyî jî çavdêriya pêvajoya dengdanê dikin.

Parlamenterê Mozambîkî û Çavdêrê Navneteweyî Manuel Vaşkonseluş jî got:

“Ev 3 roj in ku em wek şandeya çavdêran ji Mozambîkê çavdêriya dengdanê dikin.

Me çendîn navendên dengandê ziyaret kirin. Herwiha me serî da dezgehên çavdêrîkirinê jî.

Jixwe em vê gavê li navendeke civakî ya çavdêrîkirinê ne. Çavdêriyên şandeya me pozîtîv in.

Her tişt li gorî pêşbiniyên me ne. Em hatine ne ku tenê çavdêriyê bikin lê ji bo ku ezmûn jî wergirin.

Di proseya dengdanê de me ti astengî û binpêkarî nedîtin. ”

Hilbijartinên Serokatiya Rûsyayê cara yekemîn e ku bi beşdariya welatiyên ji herêmên Donbas, Zaporojets û Xersonê bi rê ve diçin ku berê herêmên Ukraynayê bûn.

Hat ragihandin ku îsal li tevahiya Rûsyayê zêdetir ji 112 mîlyon hilbijêr hatine tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst