Rûsya - Hilbijartina sê rojî ya serokatiyê îro bi dawî dibe

17-03-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Rûsyayê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Hilbijartina Serokatiya Rûsyayê di roja xwe ya sêyem û dawî de berdewam e.

Li Rûsyayê hilbijartina serokatiyê ya sê rojî, roja Înê di bin bandora şerê Ukraynayê de dest pê kir.

Di Hilbijartina Serokatiya Rûsyayê de 4 namzed hevrikiyê dikin.

Tê çaverêkirin serokê niha yê Rûsyayê Vladimir Putînê 71 salî cara 5an were hilbijartin.

Li hola dengdanê jî bêdengî heye. Welatî ber bi nîvroyê, bere bere tên ser sindoqan.

“Bila pêwendiyên baş bi Ukraynayê re bên danîn”

Malnişîn Svetlana Nikolayevnayê got, “Hêviya min ji serokê nû ew e ku pêwendiya cîrantiyeke baş li gel birayên me yên Ukraynayê re bê danîn.

Hêvî dikim ku welatê me xurtir bibe û rewşa aborî ya welatiyên me baştir bibe û hejmara hejaran dakeve asta herî kêm.”

“Ez tenê aştiyê dixwazim”

Bijîşk Tatyana Kurbatovayê diyar kir, “Ez tenê aştiyê dixwazim, ew rewşa îroyîn a berbad bila bi dawî bibe.

Wekî din, îstiqrareke aborî dixwazim. Herwiha, ji ber ku demeke nêz de ez dê bibim malnişîn, dixwazim ewle bim ku mûçeya min a malnişîniyê dê hêja be.”

Karker Goça Çixadzê ragihand “Serokê me yek e. Ew jî Vladimir Vladimirovîç Putîn e.

Ez û malbata min, em her tim li hêviya kiryarên baştir in.

Ew alîkariya her kesî dike. Ew her soza ku dide, tîne cih.”

Li Navenda Çavdêrîkirina Hilbijartinan, bi awayekî online çavdêriya proseya dengdana li Moskowê tê kirin.

Hejmara her dengdêrê ku bi rêya elektronî dengê xwe dide, yekser li ser ekranê tê tomarkirin û pisûleya wî jî di cih de dikeve nava sindoqê.

“Welatî dixwazin piştgiriyê bidin siyaseta serokê Rûsyayê”

Alîkarê Serokê Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê Peter Tolstoy wiha axivî, “Îro Operasyona Leşkerî ya Taybet diçe.

Û welatiyên Rûsyayê, an ku dengdêr dixwazin piştgiriyê bidin siyaseta serokê Rûsyayê ya derve û ya navxwe.

Ew hemû, bi vê hizrê tên ser sindoqan.

Û ew çalakbûna di proseya dengdanê de ku em di hilbijartinên serokê Rûsyayê de dibînin, diyardeya konsolîdosyona civakê ye li dor desthilatê, li dor Vladimir Putîn e.”

Ji Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî hat ragihandin ku bi dema Moskowê heta saet 16:00an, beşdariya dengdêran li tevahiya Rûsyayê ya online jî di nav de, ji sedî 51,77 bûye.

Hat zanîn ku li gorî heman demê, tenê li Moskowê zêdetirî 3 milyon kesî bi awayekî online beşdarî dengdanê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst