Senatoya Amerîkayê guhertinên du yasayên leşkerî yên girêdayî Iraqê qebûl kir

17-03-2023
RÛDAW
Senatoya Amerîkayê guhertinên du yasayên leşkerî yên girêdayî Iraqê qebûl kir
Senatoya Amerîkayê guhertinên du yasayên leşkerî yên girêdayî Iraqê qebûl kir
Nîşan Senatoya Amerîkayê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Pîran a Amerîkayê razîbûna li ser sererastkirina du yasayên serbazî girêdayî Iraqê dide. Mijûlî cudakirina dengên endamên encûmenê ne li ser serrastkirina herdû yasayên salên 1991 û 2002ê bo dayîna desthilatê bi serokê Amerîkayê daku hêzên serbazî dijî Iraqê bikar bîne.

Piraniya dengan bo serrastkirina yasayê bû.

Serokê Komîteya Karûbarên Asayîşa Navxwe li Encûmena Pîran Gary Peters got, “Di vê dengdanê de, dengên belê 68 û dengên nexêr 27 in. Sê li ser çarên endaman deng dan û serrastkirin hat qebûlkirin.”

Her guhertinek di yasayê de bê kirin taybet dibe bi kêmkirina desthilatên serokê Amerîkayê bo bikaranîna hêza serbazî, operasyonên serbazî û zêdekirina hejmara serbazan li Iraqê.

Di serrastkirina nû de bi awayekî zelaltir behsa desthilatên serbazî yên serokê Amerîkayê li Iraqê tê kirin.

Ev hewla kongresê di demekê de ye ku 20 sal di ser biryara çûna Amerîka bo hilweşîna rejîma berê ya Iraqê re derbas dibin.

Serkirdeyê Pîran a Demokratan li Encûmena Pîran Chuck Schumer anî ziman, “Ev ew hefte ye ku Encûmena Pîran dest bi proseya bidawîanîna desthilata wê yasayê dike, ku berî bîst salan şerê Iraqê destpê kiribû. 19ê Adarê 20 sal di ser leşkerkêşiyê de derbas dibin. Şerê Iraqê ev zêdeyî 10 salan bi dawî bûye. Ji mêj ve rewş hatiye guhertin, divê yasayên nav pertûkan jî bên guhertin.”

Li gor raporeke Amerîkî, têçûyên darayî yên şerê Iraqê li ser Amerîkayê ji sala 2003an û heta niha 1.7 tirilyon dolar bûn, ku 826 milyar dolar têçûya operasyonên serbazî yên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bû. 412 milyar dolar birra wan pereyên hatibûn zêdekirin û ketibûn ser bûdceya bingehîn a Pentagonê bo operasyonên taybet bi Iraqê. Herwiha sûdên wan deynên ku Amerîka bo şerê Iraqê kirine, bi 230 milyar dolar bi ser ketiye. Ii gel vê jî 62 milyar dolar têçûya wan karan bû ku Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê şerê Iraqê kirine. 233 milyar dolar jî têçûya çavdêriya tenduristî, xanenişînî û qerebûkirina wan serbazên ku di şer de beşadarî kirine.

Hewlên Encûmena Pîran bo hilweşandina vê yasayê, di demekê de ye Amerîka naxwaze ji wê ya serdestiya Îranê li Iraqê zêdetir bibe.

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran Bob Menendez got, “Hinek kes dibe ku pirsyarê bikin, gelo hilweşandina desthilatê bandorê li ser şiyana me bo parastina welat dijî Îranê dike yan na.? Ji min vê yekê werbigirin, ez wek kesekî ku çend deh sal dibin kar bo rûbirûbûna Îranê dikim, ev ti bandorê li ser berevaniya me dijî gefa Îranê nake.”

Li gel nêzîkbûna salvegera bîstem a proseya azadkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve, peymangeheke Amerîkî pêşeng di warê lêkolînên serbazî de, di raporekê de eşkere kiriye, heta sala 2050 tê pêşbînîkirin têçûya giştî ya şerê li Iraq û Sûriyê, mirina nîv milyon kes be û 2 tirilyon 890 milyar dolar derbas bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst