Trump: Dibe ku di Tîrmeh an jî Tebaxê de Korona nemîne

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje, dibe ku nexweşiya vîrusa Koronayê di Tîrmeh an jî Tebaxê de li Amerîkayê bi dawî bibe.

Donald Trump roja Duşemê 16ê Adarê di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Spî got, hikûmet û pisporên welatê wî bo rêgirtin ji belavbûna zêdetir a Koronayê karên gelek baş kirine û tekez kir, hewlên ji bo peydakirina derman an vaksînekê bo vîrusa COVID-19 berdewam in.

Trump got: “Bi min wisa xuya dibe, ku eger em karekî baş bikin, ne tenê em dê hejmara miriyan gelek kêm bikin, belku dê encamên din jî hebin. Xelk derbarê meha Tîrmeh û Tebax û tiştên weke wê diaxivin.”

Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir, dibe ku pêşketina aborî li Amerîkayê sist bibe, lê ya bo wî girîng ev e ku Korona nemîne.

Donald Trump got: “Em hizir li sistbûna geşeya aborî nakin, lê belê em hizir li vîrusê dikin, dema ev vîrus nema û me karî bi ser de serkevin, wê demê em dê bilindbûneke mezin li bazarên borseyê bibînin.”