Li Madrîdê ji bo piştgiriya Katalonya xwepêşandan birêve çû

Navenda Nûçeyan - Li Madrîda paytexta Îspanyayê, nêzîkî 120 hezar kes daketin ser cadeyan ji bo piştevaniya serxwebûna Katalonya û herwiha dadgehîkirina çalakvanên siyasî yê Katalonyayê şermezar kirin.

 

Bi hezaran kes li Madrîda paytexta Îspanyayê daketin ser cadeyan da ku piştevaniya serkirdeyên serxwebûna Katalonyayê bikin ku duh dadgehkirina wan li Madrîdê birêve diçû.

 

Li gor rêkxerên xwepêşandanê nêzîkî 120 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn ku tê pêşbînîkirin nêzîkî 50 hezar kes ji Katalonyayê bi otobusan beşdarî xwepêşandanê bûbûn. Nêzîkî 18 hezar polîs jî hatibûn belavkirin lê ti alozî û tevlîhevî derneket.

 

Giştpirsiya taybet bi serxwebûna Katalonyayê di 1ê Cotmeha 2017an de birêve çû û têde %92yê xelkê deng bi erê ji bo serxwebûna Katalonyayê dan. Hikûmeta Îspanyayê jî li hember vê yekê rêkarên tund wergirtin.