Di mala xwe de hirç xwedî dikin

17-03-2018
RÛDAW
Malbateke rûsî di nav mala xwe de hirç xwedî dikin
Malbateke rûsî di nav mala xwe de hirç xwedî dikin
Nîşan Hirç Mal Xwedîkirin Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rûsyayê malbatek di nava mala xwe de hirçekî xwedî dike. Xwediyê hirç dibêje ku temenê wî hirçî 25 salî ye û her sal cejna ji dayikbûna wî tê pîrozkirin.

 

Kêşa hirçê ku malbata rûsî li nav malê xwedî dike 300 kîlo ye û heta niha beşdarî 35 filman bûye û li hember her beşdarbûnekê ew 570 dolaran werdigire.

 

Hirçek weke heywanê malekê lê hatiye . Hirçê bi navê Sitêpan ev demek e li gel malbata xwe di xanîyekî darînî yê biçûk de hinekî dûr ji bajarê Moskow dijî.

 

Xwediya wî hirçî Svetlana Pantelenko dibêje ku hirçê bi navê Stêpan 25 sal beriya niha li baxçeyê heywanan ji dayîk bûye û wan ew hirç wergirtine cem xwe û weke kurê malê ew mezin kirine.

 

Svetlana Pantelenko diyar dike: “Ew li bajarê Sn. Petersburg li baxçeyê heywanan ji dayîk bûye û wê demê dayîka wî dest ji wî berda û jiyaneke wî ya pir zehmet dest pê kir û me ew anî ligel xwe xwedî kir.”

 

Hirçê bi navê Stêpan weke kurê malê yê mezin tê naskirin  û her sal cejna ji dayîkbûna wî jî tê pîrozkirin.

 

Stêpan heta niha beşdarî 35 fîlman bûye û ji ber beşdariya her fîlmekê, malbata rûsî 570 dolar wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst