Danîmark: Semînarek yasayî derbarê Rojavayê Kurdistanê de

17-03-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Komela Çandî ya Kurdên Sûriyê li Danîmarkê êvara borî, semînarek li bajarê Kopinhagin, Paytexta welatê navborî, derbarê salvegera sehildana Qamişlo û karesta Helebçeyê de li dar xist.

 

Endama komîteya yayayî ya Navenda YASA, Celal Emîn, naskirî bi Hozan Dilzar, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku semînarê sê satean li ber xwe da û li ser rewşa yasayî û siyasî ya Rojavayê Kurdistanê rawestiya.

 

Parêzer Emîn  ku li ser navê Navenda YASA gotarek pêşkêş kir da zanîn ku di semînarê de kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bibûn û rewşa îro û siberoja Rojavayê Kurdistanê gengeşe kirin.

 

Di van her du salên borî de, rêxistin û navendên revenda kurdên Rojavayê Kurdistanê çendîn semînar û lêkolîn derbarê rewşa siyasî cêyografî û yasayî de amade kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst