Donald Trump: Hevdîtina min û Putin nêzîk e

17-02-2025
Nîşan Vladimir Putin Volodymyr Zelenskyy Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump li ser dema hevdîtina bi Putin re got, “Dibe ku di demeke nêz de em hev bibînin. Dê di demeke nêz de çêbibe. Ez dibînim ku Putin dixwaze şer rawestîne.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump dema diçû temaşekirin pêşbaziya “Daytona 500”ê beriya ku li balafirê siwar bibe daxuyaniyên kurt dan çapemeniyê.

“Dê di demeke nêz de çêbibe”

Trump got ku ew hewl dide dawî li şerê Rûsya û Ukraynayê bîne û li ser pirsa " Hûn dê kengî bi Putin re bicivin?" got:

"Dibe ku di demeke nêz de pêk were. Dê di demeke nêz de çêbibe."

Trump got ku hem Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û hem jî Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy dixwazin dawî li şer bînin û got:

"Ez bawer im ku (Putin) dixwaze dawî li şer bîne. Ez vê yekê dibînim. Em li ser vê mijarê bi dirêjî axivîn.

"Em bi hev re dixebitin. Em hewl didin ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de aştiyê pêk bînin û em ji bo vê yekê jidil dixebitin.

 Ev şerek bû ku divaû qet dest pê nekira."

Tê zanîn ku Trump 12ê Sibatê bi Putin û elenskyy re bi telefonê axivibû û gotibû ku şandeyên Amerîka û Rûsyayê dê li Erebistana Siûdî bicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst