Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê re civiya.
Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.
Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.
Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Partiya Sosyal a Demokrat (SDP), Yekîtiya Xirîstiyanan a Demokratîk (CDU) û endamên Yekîtiya Xirîstiyanan a Sosyal a Almanyayê re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di vê civînê behsa pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatiye kirin.
Parlamenterên Alman li ser mijarên wekî, “bipêşvebirina pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” û “hevkarî û şirikatiya di biwarên cuda de” nêrînên xwe anîn zimên.
Rewşa Kurdên Êzidî ji yek ji babatên sereke yên civînê bû.
Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku Almanya di meseleya Kurdên Êzidî de piştigiriyê dide Herêma Kurdistanê û ji ber vê piştgiriyê spasiya Almanyayê kir.
Rewşa pêkhateyên li Herêma Kurdistanê jî mijareke din bû ku di vê civînê de hat gotûbêjkirin.
Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan #Barzanî li Munîhê bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 17, 2024
📌 Di vê civînê behsa pêwendiyên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma #Kurdistan’ê re hat kirin#MSC2024 #MunichSecurityConference pic.twitter.com/O1aMMnXsBa
Hevdîtinên Roja Yekem
Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.
Hevdîtinên Roja Duyem
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem û Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher re civiya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse