MUNÎH - Nêçîrvan Barzanî û David Cameron civiyan

17-02-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî David Cameron Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re hevdîtinek kir.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê piştre jî bi Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de “hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê, mijarên ewlehiyên yên li Îraq û Rojhilata Navîn, hilbijartinên Herêma Kurdistanê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê” hatin gotûbêjkirin.

Li hêla din, Barzanî û David Cameron babetên wekî “şerê li Xezeyê” û “rewşa li Rojhilata Navîn a ku piştî 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan derketiye holê” nirxandin.

Her du aliyan diyar kir, “Zêdebûna aloziyan dê xisareke mezin bide aramiya li herêmê.”

Dîsa hinek mijarên wekî “Rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê, metirsiya DAIŞê ya li ser Îraq û Sûriyeyê, koça neyasayî û hevkariya ku Brîtanya dide Îraq û Herêma Kurdistanê” li rojeva Barzanî û Cameron bûn.

David Cameron ragihand, Brîtanya dê piştgiriya ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne û Brîtanya bibiryar e ku pêwendiyên xwe yên bi Hewlêr û Bexdayê re bi pêş bixe.”

Serokê Herêma Kurdistanê jî ji ber piştgiriya ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê pesnê helwesta Brîtanyayê da.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst