Nêrçîrvan Barzanî û Josep Borrell: Divê Îraq nekeve nav krîza li herêmê

17-02-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Josep Borrell Yekîtiya Ewropayê Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Munîhê bi Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell civiya.

Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.

Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.

Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi bi Berpirsê Siyaseta Derve û Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell hevdîtinek kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku ku Nêçîrvan Barzanî û Josep Borrell li ser gefên li hemberî Rojhilata Navîn bi taybetî yên hemberî Îraq, Herêma Kurdistanê axivîne.

Nêçîrvan Barzanî û Josep Borrell li ser wê yekê hemfikirîn ku aştî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo tevahiya navçeyê girîng e û nabe Îraq bikeve nav pirsgirêk û aloziyên li herêmê.

Yekîtiya Ewropayê dê piştevaniya Herêma Kurdistanê bike

Josep Borrell da zanîn Yekîtiya Ewropayê rijd e ku ji bo parastina ewlehî û aramiyê di hemû waran de alîkarî û piştevaniya Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Bi taybetî jî bihêzkirina şiyanên wan di warên parastin û ewlehiyê de.

Nêçîrvan Barzanî jî ji bo rola wê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya welatên Yekîtiya Ewropayê kir.

Nêçîrvan barzanî  herwiha berdewamiya piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê wekî gaveke girîng nirxand.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.

Hevdîtinên Roja Duyem

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî, Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius, Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes, Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein û Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Stephane Sejourne re civiya.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst