Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Amos Hochstein re hevdîtinek kir.
Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de berdewam dikin.
Nêçîrvan Barzanî doh bi gelek lîder û siyasetmedaran re hevdîtinên girîng kiribûn.
Serokê Herêma Kurdistanê, îro jî hevdîtinên xwe didomîne.
Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Şêwîrmendê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Amos Hochstein re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Amos Hochstein li ser gavên pêwîst ên ji bo hinartina petrola Kurdistanê axivîne.
Serokatiyê destnîşan kir, “pêwendiyên dualî, enerjî, veberhênan û gavên pêwîst ên ji bo hinartina petrola Kurdistanê” çend babetên vê civînê bûn.
Li aliyê din hevdîtinên Hewlêr û Bexdayê mijareke din a hevdîtinan bû.
Şêwirmandê Bilind ê Enerjî û Jêrxanê yê Joe Biden diyar kir, “Amerîka girîngiyeke zêde dide aramî û aştiya li Îraq û Herêma Kurdistanê.”
Şêwirmedn Amos Hochstein herwiha anî ziman ku Amerîka dixwaze hevkariyên di biwarên aborî, vebehênan û enerjiyê de zêde bike.
Amos Hochstein amaje pê kir, “Amerîka bibiryar e piştgiriya ku dide Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.”
“Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê, bandora aloziyên li Rojhilata Navîn a li ser cîhanê, gefên li ser hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yên li Îraqê” hinek ji wan mijaran bû ku di vê hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.
Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku tevî konferansê dibe û ew doh çû Munîhê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.
Nêçîrvan #Barzanî û Şêwirmendê Serokê Amerîkayê Amos Hochstein li Munîhê li ser petrola #Kurdistan'ê axivîn #MSC2024 #MunichSecurityConference pic.twitter.com/047bPcCV9R
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 17, 2024
Hevdîtinên Roja Yekem
Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.
Hevdîtinên Roja Duyem
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de, îro bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Wezîrê Karên Derve yê Kuwêtê Ebdula Elî Yehya û Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Cameron re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya hevdîtinên xwe yên îro de, bi du grûpên Parlamentoya Almanyayê, Şahê Urdinê Şah Ebdula bin Huseynê Duyem, Wezîrê Karên Derve yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher, Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf bin Raşid Elzeyayî, Serokwezîrê Ermenistanê Nicol Paşinyan, Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius û Serokê Koma Vekolînên Stratejîk a UNAMIyê Volker Perthes re civiya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse