Aliyev, Nêçîrvan Barzanî vexwend Konferansa Guherîna Keşûhewayê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiya.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Serokokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber ku di hilbijartinan de careke din wekî serokkomarê Azerbaycanê hat hilbijartin, Aliyev pîroz kir.

Her du aliyan tekez kir ku ji bo pêşxistina hevkarî û pêwendiyên Azerbaycan û Îraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê gavên pêwîst bên avêtin.

Li aliyê din, mijarên wekî "Bipêşxistine pêwendiyan, prosedurên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê ya Hewlêrê" hatin gotûbêjkirin.

Aliyev herwiha Nêçîrvan Barzanî vexwendiye Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ku îsal li Azerbaycanê tê lidarxistin.

Di hevdîtinê de rûdanên dawiyê yên li Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aştî û aramiyê hatin gotûbêjkirin.

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji wan kesan e ku dê tevî konferansê bibe û ew doh çû Munîhê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku dê Nêçîrvan Barzanî bi gelek serok, serkirde û siyasetmedaran re bicive.

Hevdîtinên Roja Yekem

Nêçîrvan Barzanî roja ewil a konferansê (16 Sibat) bi hinek kesayetên wekî Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Bin Casim el Sanî re hevdîtinên girîng kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê doh di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Munîhê de bi şandeyeke Amerîkayê ya bi pêşengiya Senator Don Sull, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîra Dewletê ya Almanyayê ya Kurûbarên Parastinê Siemtje Moller, Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg û Wezîrê Dewletê ya Almanyayê yê Kurûbarên Derve Tobias Lindner re jî hevdîtin kirin.