Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Polandê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

17-02-2023
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munihê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi Serokwezîrê Polandê Mateusz Morawiecki re civiya. Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Polandê rewşa siyasî ya Iraqê, şerê li dijî terorê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Şeva Înê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Polandê Mateusz Morawiecki kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê, şerê li dijî terorê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Îro înê 17ê Sibata 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî ji bo beşdarbûna di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de gihîşt bajarê Munich a Almanyayê. Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya konferansê de çendîn hevdîtin ligel serok û berpirsên welatan pêk anî.

Her du aliyan daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên bi taybetî di warên aborî, bazirganî û akademî de anîne ziman.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Polandê kir ku di şerê li dijî DAIŞê de piştgirî û alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Her wiha di civînê de bandor û encamên şerê li Ukraynayê, krîza enerjiyê û hewlên çareserkirina wan û çendîn mijarên ku di berjewendiya her du aliyan de ne hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst