Nêçîrvan Barzanî û Nadya Mûrad rewşa Şingalê gotûbêj kirin

17-02-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Nadya Mûrad rewşa Şingalê gotûbêj kirin
Nêçîrvan Barzanî û Nadya Mûrad rewşa Şingalê gotûbêj kirin
Nîşan Nadya Mûrad Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad rewşa dawî ya Êzidiyan û Şingalê û berdewamiya proseya azadkirina Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin gotûbêj kirin.

Îro înê 17ê Sibata 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî ji bo beşdarbûna di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de gihîşt bajarê Munich a Almanyayê. Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya konferansê de çendîn hevdîtin ligel serok û berpirsên welatan pêkanî.

Di çarçoveya konferansê de Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya çalakvana Êzidî û Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û çalakvana Kurd a Êzidî Nadya Mûrad kir û di civînê de rewşa dawî ya Êzidiyan û Şingalê û berdewamiya proseya azadkirina Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê ragihand, “Her du aliyan behsa rewşa penaberên Êzidî kir û tekezî li ser girîngiya karkirina ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û avedankirina herêmê gotûbêj kirin.”

Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî civîn û gotûbêjên bi serok û serkirdeyên welatan li ser ewlehî û aramî û pirsgirêkên li pêş cîhanê bibe.

Konferans dê 3 rojan berdewam bike û Serokê Herêma Kurdistanê dê çendîn civînan encam bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst