Chris Van Hollen: Min pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ji bo hewldanên wî yên ji bo pêkanîna hikûmeteke aram li Iraqê

17-02-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Chris Van Hollen: Min pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ji bo hewldanên wî yên ji bo pêkanîna hikûmeteke aram li Iraqê
Chris Van Hollen: Min pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ji bo hewldanên wî yên ji bo pêkanîna hikûmeteke aram li Iraqê
Nîşan Chris Van Hollen Nêçîrvan Barzanî Konferansa Ewlekariyê ya Munihê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Senator Chris Van Hollen dibêje, wî hevdîtineke gelek baş bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re pêk aniye û wan behsa pêwendiyên di navbera Amerîka, Iraq û Herêma Kurdistanê de kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Înê 17ê Sibata 2023an di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen re civiya.

Van Hollen piştî civînê bersiva pirsên Nûçegîhana Rûdawê Ala Şalî da û got, civîn gelekî baş bûye.

Van Hollen got ku wî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ji bo hewlên wî yên bi Bexdayê re ji bo avakirina "hikûmeteke aram" li Iraqê.

Senatorê Amerîkî destnîşan kir, çendîn pirs hene ku ev demeke dirêj e li Iraqê nehatine çareser kirin û ew hewl dide Hikûmeta Amerîkayê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan teşwîq bike, wek pirsa “dabeşkirina dahatê” û nebûna yasaya petrol û gazê.

Senatorê Amerîkî ji Ala Şalî re got, hemahengiyê wan bi Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê re heye û alîkariya Artêşa Iraqê jî dikin ji bo têkşikandina DAIŞê.

Hevpeyvîna Nûçegîhana Rûdawê Ala Şalî bi Chris Van Hollen re:

Rûdaw: Hevdîtina we ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re çawa bû? We behsa çi kir?

Chris Van Hollen: Me hevdîtineke gelekî baş pêk anî. Me peywendiya berdewam û bihêz a navbera Amerîka û Iraqê gotûbêj kir û peywendiya me ya taybet li gel dostên me yên Kurd li Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Min pîrozbahî li Birêz Barzanî kir ji ber hewlên wî yên bi Bexdayê ji bo pêkanîna hikûmeteke aram. Rast e demek dirêj di ser re derbas bû lê em bi dîtina hikûmeta nû kêfxweş in. Niha em dixwazin ku ev hikûmeta nû di hin mijarên girîng de bi pêş ve here, di nav de parvekirina dahatê û yasaya petrolê. Ev çend pirsgirêkên demdirêj in ku divê bêne çareserkirin. Ez ê jî bixebitim ji bo ku piştrast bin ku Hikûmeta Amerîkayê hander be ji bo çareseriyê.

Rûdaw: Amerîka çawa dixwaze alîkariya Herêma Kurdistanê bike ku bihêz bimîne?

Chris van Hollen: Em heta niha alîkariya Artêşa Iraqê dikin û hevahengiyê bi Hêza Pêşmerge re dikin. Ev bi rastî girîng e. Dê hemahengiyek nêzîk hebe ji bo ku em piştrast bin DAIŞê têk bibin ku li Iraq û bakurê rojhilatê Sûriyê heta niha jî metirsî ye.

Rûdaw: Gelek spas

Chris Van Hollen: Spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst