Macron ji Rûdawê re: Peywendiya min a berdewam bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re heye

17-02-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Macron ji Rûdawê re: Peywendiya min a berdewam bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re heye
Macron ji Rûdawê re: Peywendiya min a berdewam bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re heye
Nîşan Macron Nêçîrvan Barzanî Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fransayê ragihand, peywendiyên wî yên berdewam bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hene û civîna xwe ya bi Mesrûr Barzanî re jî "pir baş" bi nav kir.

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî îro Înê 17ê Sibata 2023an di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de li ser îhtimala hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron pirsî.

Di bersivê de Emmanuel Macron ragihand ku peywendiyên wî yên berdewam bi Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hene û Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê weke derfetek ji bo hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê re bi nav kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser civîna roja Pêncşemê ya bi Mesrûr Barzanî re ji Rûdawê re ragihand ku civîneke gelekî baş bûye.

Serokê Fransayê ragihand ku welatê wî giringiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê û asayişa xelkê wê û navçeyên din ên bakurê Iraqê û diyar kir, Herêma Kurdistanê di warê ewlehî û aramiyê de hevkarekî girîng e.

Di Tebaxa 2021ê de Macron serdana Bexdayê kiribû û piştre hatibû Herêma Kurdistanê. Serokê Fransayê ji Ala Şalî re got ku geşteke balkêş bû û wî bêriya Hewlêrê kiriye.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re hevpeyvînek kir:

Rûdaw: Birêz Serok, civîna we ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re çawa bû?

Emmanuel Macron: Civîneke gelekî baş bû, wek her car. Hûn dizanin em çiqas girîngiyê didin Kurdistanê û ewlekariya gel li bakurê Iraqê. Ew herêm ji bo me di warê ewlehî û aramiyê de hevkarekî girîng e.

Rûdaw: Plana we heye ku Nêçîrvan Barzanî bibînin?

Emmanuel Macron: Pêwendiya min a berdewam bi Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî re heye. Ev ji bo me derfeteke girîng e. Di heman demê de geşta balkêş bû jî tê bîra min. Min bêriya Hewlêrê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst