Tirkiye û opozîsyona Sûriyê gilî li nebûna rola Neteweyên Yekbûyî dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Li cîhanê tu welat û rêxistin bi qasî Neteweyên Yekbûyî xwedî kapasîteya lojîstîkî, ezmûn û amadehiya gîhandina alîkariyê di rewşên karesatê de nîne. Di demeke kurt de, Neteweyên Yekbûyî dikare bi hezaran ton xwarin, derman û her tiştê din veguhêze her dereke cîhanê. Tirkiye û opozîsyona Sûriyê gilî li ser nebûna rola Neteweyên Yekbûyî di gihandina alîkariyê de dikin.
Dema ku karesata erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê rû da, piraniya welatan yekser amadebûna xwe ji bo piştgiriya her hewleke Neteweyên Yekbûyî bo şandina alîkariyan bo Tirkiye û Sûriyê nîşan dan lê Neteweyên Yekbûyî sist ma.
Nêzîkî du hefte derbas dibin, berpirsên Tirkiyê û opozisyona Sûriyê hîn jî gazinan ji nebûna rola Neteweyên Yekbûyî dikin, bi taybetî li bakurê rojavayê Sûriyê.
Rûdaw bi Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephan Dujarric re hevpeyvînek kir;
Rûdaw: Ez bi çavkaniyên herêmî re axivîm, bi taybetî li Cindirîs û Efrînê ku her du herêmên herî zêde di erdhejê de ziyan dîtine, gel dizane ku çi alîkarî hatine û çi nehatine wan herêman. Li van deveran tîmeke Rûdawê heye. Hemû jî heman tiştî dibêjin: 'Me tu alîkarîya Neteweyên Yekbûyî li van herêman nedît.' Kes nabêje me alîkariya Neteweyên Yekbûyî li wan deveran dîtiye. Di dema ku ew dibêjin alîkarî ji welatên wek Qeter, Herêma Kurdistana Iraqê û Îmaratê tên lê dibêjin ku wan heta niha tu alîkarîya Neteweyên Yekbûyî nedîtine. Alîkariyên Neteweyên Yekbûyî diçine ku?
Stefan Dujarric: Bi rêya hevkarên xwe yên xwecihî, em alîkariyê li deverên di bin kontrola çekdarên serhildêr de belav dikin. Ez nikarim hûrgiliyên cihên ku gelê we lê ne vebêjim. Ez dikarim van hûrgiliyan bikolim. Lê em alîkariyan bi awayên cuda belav dikin. Yek ji wan alîkariyên ku berê li wir bûn. Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî yên wekî WFP, UNHCR û UNFPA berê alîkarî gîhandibûn û bi rêya hevkarên xwecihî belav dikin.
Her wiha çavkaniyekî Sekreteriya Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re ragihand, “Pirsgirêk ne ji kêmbûna rola Neteweyên Yekbûyî ye mezinahiya karesatê û pirbûna hewcedariyê ye.” Ji ber vê yekê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwazê ji Amerîka û welatên din ên dewlemend dike ku milyarek dolar bidin Tirkiyê û 397 milyon dolar jî bidin Sûriyê.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, “Îro ez radigihînim ku Neteweyên Yekbûyî dê ji bo alîkariya herêmên erdhejê yên li Sûrîyê bangewaziya komkirina 397 milyon dolar bike. Ev dê bibe budceya alîkariyê ya sê mehan.”
Rûdaw bi Rêvebera Herêmî ya Welatên Erebî ya UNFPAyê Leyla Bekir re hevpeyvînek pêk anî;
Rûdaw: Ji ber ku komên cîhadî yên Ereb Efrîn û derdora wê kontrol dikin, dê çiqasî alîkariyan bigihê mexdûrên erdhejê li Sûriyê ku piraniya wan Kurd in?
Leyla Bekir: Baweriya me bi hevkarên me yên herêmî heye ku dikarin alîkariyê bi rêkûpêk belav bikin. Ew wê radestî kesên ku herî zêde di xetereyê de ne.
NY bi xwe nikare hemû alîkariyan belav bike lê neçar e ku bide rêxistinên xwecihî li Sûriyê û Tirkiyê ku gelek ji wan girêdayî Hikûmeta Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyonê ne.