Li Kabulê hejmara zarokên karker zêde dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Efxanistanê bajarê Kabulê hejmara zarokên karker zêde dibe. Li gor amarên  (UNICEF) piştî hatina Talibanê li ser deshilatê li Efxanistanê, hejmara zarokên karker sê car ji berê zêdetir bûye.

Li Kabulê li kolanên wî bajarî  hejmareke zêde ya zarokan digerin û plastîk, qutîk û şûşeyên avêtî kom  dikin û difroşin daku malbatên xwe xwedî bikin.

Mîr Weys zarokekî 9 salî ye wek bi hezaran zarokên din ên Efganistanê li kolanan plastîk û şûşeyan kom dike û dawiya rojê bi kêmî dolarekî Amerîkî bifroşe ji bo debara malbata xwe bike.

Zarokî karker Mîr Weys dibêje: “Bavê min madeyên hişbir vedixwe, diya min miriye, pirsgirêkên me yên aborî gelek in, ji neçarî ez li kolanan digerim û van kelûpelan kom dikim daku heta şevê 80 an 100 ropiyên Exanî bidest bixim, eger ez bikaribim, ezê bixwînim jî.”

Li gor amarên Rêxistina (UNICEF)ê bo parastina zarokan berî hatina Talibanê derdora 60 hezar zarokî li kolanên Kabûlê kar dikir, lê piştî hatina Talibanê hejmara zarokên kar dikin sê car zêde bûye.

Bazirganê kelûpelan Şems El-Dîn jî dibêje: “Gelek pirsgirêkên xelkê yên aborî hene. Derfetên kar nînin, rêjeya bêkariyê gelek e, lewra xelk neçar e karê wiha bê qîmet bike, wek van zarokên ku tiştên avêtî kom dikin. Hinek ji wan sêwî ne, hinek jî bê xwedî ne.”

Derdora 80ê ji sedî ji xelkê Efxanistanê berî hatina Talibanê li ser alîkariyên rêxistinên navdewletî dijiyan, piştî ku Talîbanê di nîva Tebaxa 2021an de dest danî ser desthilata wî welatî nêzîkî 9 milyar dolarên Afganistanê ku di bankên Amerîkayê de bûn, ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve hatin cemidandin lewra hikûmeta Talîbanê nikare mûçe bide xelkê û derfetên kar bo wan peyda bike.