Serokwezîrê Kurdistanê li gel Papayê Vatîkanê dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê îro Dûşemê li gel Papayê Vatîkanê bicive.

Êvara Yekşemê, Mesrûr Barzanî piştî temambûna karên Konferansa Munchenê gihîşte Roma a paytexta Îtalyayê.

Li Romayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê li gel Serokwezîrî Îtalya, Giuseppe Conte û berpirsên din ên wî welatî bicive.

Li gor agahiyan, Mesrûr Barzanî dê bi berpirsên Îtalyayê re mijarên wek peywendiyên navbera Kurdistan û Îtalyayê û rûbirûbûna terorê gotûbêj bike.

Piştre şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî, dê biçe Vatîkanê û li gel Papa Fransîs (Francis) bicive û behsa pêbendbûna Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyana olan û gotûbêja navbera olan de bike.

Derbarê hevdîtina xwe ya li gel Papayê Vatîkanê de, Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ji medyayê re got, ew dê li gel Papa behsa girîngiya pêkvejiyana olan bikin û tekez kir, şanazî ye ku Herêma KLurdistanê hewleke zêde daye ji bo gotûbêja navbera olan û çêkirina rewşeke aram bo bawermendên hemû olan li Herêma Kurdistanê.

Berî serdana xwe ya bo Îtalyayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya di Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de çûbû Almanyayê û di 3 rojên birêveçûna wê konferansa cîhanî de, li gel gelek berpirsên pilebilind ên cîhanê hevdîtin pêk anîbû.