Li Meksîkayê helîkopter ket: 13 kes mirin

Navenda Nûçeyan - Helîkoptera ku piştî erdheja li Meksîkayê ji bo ku li herêmê lêkolînan bike diçû herêmê ket û di encama ketina firokeyê de 13 kesan canê xwe ji dest da.n.

 

Wezareta Navxwe ya Meksîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku helîkoptera ku diçû herêma erdhejê û Wezîrê Karên Naxweyî Alfonso Navarrete û parêzgarê eyaleta Oaxacayê Alejandro Murat tê de bûn nêzî bajarê Pînotepa Nacîonalê ket xwarê.

 

Hat ragihandin ku rewşa 2 rayedar û murettebatên helîkopterî  baş e lê belê li herêma ku qeza lê çêbû 13 kesan canê xwe ji dest da û 15 kes jî birînda bûn.

 

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) eşkere kiribû ku navenda erdheja ku roja înê bi lerza 7,5an çêbû 2 kîlometro başûrê rojhilatê bajarê Pînotepa Nacîonela li eyaleta Oaxacaya ku li başûrê rojavayê welêt cî digire. 

 

Tu agahî nehat dayîn ka ji ber erdheja ku 43 kîlometro bin kûrahiya erdê de çêbû tu kes mir an nemir.

 

Li Meksîkayê di erdheja ku di 19ê îlona 2017an de bi lerza 7,1ê çêbûbû de 369 kes miribûn.