John Kerry: Rewş li Sûriyê tevlîhev e

17-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Muncih Konferansa Asayişê ya Munichê Amerîka Sûriyem John Kerry
A+ A-

Munich (Rûdaw) – Wezîrê Derveyê Amerîkayê yê berê John Kerry ragihand ku li Sûriyê rewşeke tevlîhev û valahiya rêveberiyê heye, loma divê hemû alî bên cem hev û bigihêjin rêkeftinekê.


Wezîrê Derveyê Amerîkayê yê berê John Kerry beşdarî 54mîn Konferansa Asayişê ya Munichê li Almanyayê bû. Kerry li Munichê ji Rûdawê re geşedanên dawiyê yên Sûriyê nirxandin.


John Kerry diyar kir ku li Sûriyê rewşeke bêpergel heye û ji bo çarserkirina pirsgirêkan divê hemû alî bên cem hev û bigihêjin rêkeftinekê û wiha axifî: “Krîza Sûriyê gelek dirêj kir. Gelê Sûriyê ji ber şerê bi wekalet gelek zehemtî kişand. Êdî wext hatiye ev rewş bê dawîkirin.”


Şerê navxwe yê Sûriyê di bahara 2011ê de bi xwepêşandanên kolana dest pê kiribû.


Îran û Rûsya li hemberî dijbereyê, piştgiriya rêveberiya Beşar Esed dike. Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengê wan e, piştgiriya hêzên dijî DAIŞê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst