Galeriya wêneyan

18-01-2025
18 Photos

Li Amerîkayê amadekarî ji bo roja sondxwarina Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump tên kirin.

Donald Trump dê 20ê vê mehê li Washington DCyê sonda yasayî bixwe.

Merasîm dê bi beşdariya hejmarek serok û rêberên welatan, kesayetî û bazirganên navdar ên cîhanê pêk were.

Wê rojê tevî Donald Trump, J.D. Vanceyê Cîgirê Serokê hilbijartî yê Amerîkayê jî dê sonda yasayî bixwe.

Sondxwarin dê saet 09:30-10:30ê sibehê bi dema Washington DCyê (18:30-19:30 bi dema Hewlêrê) dest pê bike, Trump û Vance dê biçin avahiya Kongreyê.

Li wê derê amadekarî ji bo merasîma sondxwarinê tên kirin.

Berî wê pêvajoyê serokê hilbijartî û cîgirê wî dê li dêreke Washington DCyê beşdarî çend merasîmên olî bibin.

Wêne: Berzîn Sedî / Rûdaw