Neteweyên Yekbûyî: Rewşa Îraqê aloz e, diyalog pêwîst e

17-01-2024
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric Hewlêr Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Sekteretê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî piştî êrişên Îranê da zanîn, “Rewşa Îraq û herêmê hestyar û aloz e, divê pirsgirêk bi rêya dîyalogê werin çareserkirin.”

Berdevkê Sekteretê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, li ser êrişên Îranê yên li Hewlêrê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Stephane Dujarric detnîşan kir ku Îranê rewşa heyî şaş şîrove kiriye û karên wê herêmê dixin bin metirsiyê.

Berdevkê Sekteretê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bangî hemû aliyên pêwendîdar kir ku “Ji wan çalakiyan dûr bikevin ku aloziyan zêde bikin.”

Stephane Dujarric da zanîn ku ew li dijî wan êrişan in ku serweriya welatekî binpê dikin û divê hemû alî rêzê li serweriya hev bigirin.

Berdevka Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Monica Grayleyê jî êrişa Îranê şermezar kir û got, “Zêdebûna aloziyan xizmetê ji ti aliyî re nake.”

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşîn êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîne, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî cane xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jîneyê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke tenemê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xerab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşîn demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst