Tawanbarekî Efrînê ji Almanya daxwaza mafê penaberiyê dike

17-01-2022
Selam Seidî
Çekdarekî tevlî binpêkirinên li Efrînê bûye ji Almanya daxwaza mafê penaberiyê dike
Çekdarekî tevlî binpêkirinên li Efrînê bûye ji Almanya daxwaza mafê penaberiyê dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarekî ku beşdarî dagîrkirina Efrînê û binpêkirinên li dijî xelkê wê bûye, li Almanya daxwaza mafê penaberiyê dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn ku çekdarê bi navê Beşar Ebû Salih ji Tirkiyê çûye Almanya û daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, Beşar Ebû Salih ku ji gundê Kefer Kelbîn e, ser bi Ezazê ve ye, çekdarê grûpa Feyleq el-Şam bûye, ew jî grûpeke ser bi Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê ye.

Wî çekdarî di bin fermandariya Ehmed Dîbo Ebû Esead de binpêkirinên cor bi cor, wek dizî, talankirin, revandin û birîna daran, li gundên Meydana yên herêma Efrînê li dijî Kurdan kirine.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê bang li hemû rêxistinên yasayî û mirovî kir ku dozan li dijî wî çekdarî vekin, û herwiha daxwaz li desthilatên Almanya kir ku ligel wî çekdarî dest bi lêpirsînê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst