Alexei Navalny di vegera bo Moskowê de hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyê opozisyona Rûsyayê Alexei Navalny piştî pênc mehan îro ji Berlînê vegeriya Moskowê û dema ku gihişte balafirxaneya Moskowê, ji aliyê hêzên emnî yên Rûsyayê ve hate desteserkirin.

Navalny bi wê yekê tê naskirin, ku rexneyên tund li siyasetên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin digire. Di dema vegera ji Almanyayê bo Rûsyayê de, Navalny ji rojnamevanan re ragihand, ku ew ji desteserkirin û girtinê natirse û got, “ez bêtawan im.”

Serkirdeyê opozisyona Rûsyayê Alexei Navalny di meha Tebaxa 2020an de hatibû jehrîkirin û piştî wê yekê bo Berlînê hatibû veguhastin û ji hingê ve heya niha li Almanyayê dihat dermankirin.

Navalny yek ji siyasetmedarên pir tund li dijî Serokê Rûsya Vladimir Putîn e û heta niha çend caran hatiye girtin.

Berî ku ew ji Berlînê vegere Moskowê, hatibû agahdarkirin ku ew dê were girtin, bi wî re çend alîgirên wî jî hatine desteserkirin ku çûbûne pêşwaziya wî.

Dosyeya Navalny bû sedem ku rexneyên welatên cîhanê û bi taybet jî Amerîka û welatên Ewropayê li hember Rûsyayê zêdetir bibin. Herwiha hikûmeta Rûsyayê ji aliyê çend welatên Ewropayê ve bi jehrîkirina Navalny dihat tometbarkirin, lê Moskowê ew tomet red dikirin.

Alexei Navalny pêştir bi xwe ragihandibû, ku Vladimir Putin Serokê Rûsyayê bi xwe dest di jehrîkirina wî de hebûye û tekez kiribû, ew kar li ser fermana Putin hatiye kirin.