Demokrat biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê rexne dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî teqîna Minbicê ku di encamê de nêzîka 20 kesan canê xwe ji dest dan û di nav de 4 serbazên Amerîkî jî hebûn, bû sedem ku hejmarek senatorên demokrat ên Amerîkayê biryara serokê welatê xwe bo vekişandina hêzên leşkerî yên Amerîkayê jî Sûriyê rexne bikin.

 

Senatorên demokrat hişyariyê didin û dibêjin vekişîn metirsiyê li ser xelkê sivîl û hêzên Kurdî çêdike û amaje bi wê yekê dikin ku biryar nîşana wê yekê ye ti plan û stratejiyeke îdareya Trump li Sûriyê nîne û pêdiviya vê jî bi pêdeçûn û çareserkirinê heye.

 

Senatorê Demokrat ê Amerîkayê Dick Durbin dibêje: “Ew xala em dixwazin amajeyê pê bidin ew e ku ragihandina serok bo vekişîna di 30 rojan de ji Sûriyê bilez û metirsîdar e; metirsîdar e bo gelek kesên bê tawan, di nav de hêzên Kurdî ku mil bi milê Amerîkiyan di demeke dûr û dirêj de li dijî terorîzmê şer kirine. Divê em vê yekê bi awayekî jîrane bikin daku piştrast bin ji wêya dema li Sûriyê namînin, rewşê bo wan xelkên ku hevpeymanên me bûn, xirabtir neke.”

 

Senatorê Demokrat ê Amerîkayê Richard Blumenthal jî diyar dike: “Ev trajediya ku li meydana şer diqewime nîşana wê yekê ye ku stratejiya Amerîkayê nîne, plana wê nîne û rêyeke rast li pêşiya wê nîne. Metirsiya ser hêzên me zêdetir dibe ji ber nebûna stratejiyê li Sûriyê. Ev vekişîna bilez bi bêplan û bêstratejî hêzên me dixe metirsiyê. Ev trajediya îro jî ya rast nîşana nebûna stratejiyeke hêja yan planekê ye derbarê siberojê de ku divê were çareserkirin.”