Beşar Esed piştî rûxîna rejîmê cara yekem daxuyaniyek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Beşar Esed piştî ku çû Moskowê cara yekem daxuyaniyek belav kir û got, "Li gel bûyerên Sûriyeyê jî ez nefikirîm ku îstifa bikim û birevim. Derketina min a ji Sûriyeyê ne plankirî bû."
Li ser hesabê Serokkomariya Sûriyeyê yê Facebookê bi îmzeya serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed daxuyaniyek hat belavkirin.
Di daxuyaniya li ser Facebookê hatiye weşandin de wiha hat got, "Piştî gelek hewlên neserkeftî ji bo belavkirina daxuyaniyê bi rêya dezgehên ragihandinê yên erebî û navneteweyî, tenê bijardeya guncaw ew bû ku li ser hesabên medyaya civakî yên serokatiya berê were weşandin bû."
Beşar Esed di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Beriya her tiştî derketina min a ji Sûriyê ne plankirî bû û wekî ku hinek kes îdia dikin di kêliyên dawî yên şer de pêk nehat.
Berovajî vê yekê, min heta serê sibê roja Yekşemê 08.12.2024 li Şamê erka xwe pêk anî.
Dema ku hêzên terorîst derbasî Şamê bûn, ez çûm Laziqiyeyê ji bo koordînasyona operasyonan bi hevalbendên me yên Rûsyayê re bikim.
Wê sibehê dema gihiştin baregeha hewayî ya Hmeymîmê, diyar bû ku em bi temamî ji hemû eniyên şer vekişiyane û çeperên dawî yên leşkerî ketine.
Ji ber ku rewşa herêmê her ku diçe xirabtir dibû, baregeha leşkerî ya Rûsyayê bi xwe jî rastî êrîşên tund ên bi dronan hat.
Dema ku ti rê neman, Moskowê êvara roja Yekşemê 8ê Kanûna Pêşîn ji fermandariya baregehê daxwaz kir ku veguheztina bilez ji bo Rûsyayê organîze bike.
"Tekane vebijêrk berdewamkirina têkoşîna li dijî êrîşa terorê bû"
Ev rojek piştî ketina Şamê û hemû saziyên dewletê yên mayî ji ber hilweşîna çeperên leşkerî felc bûn pêk hat.
Di van bûyeran de ne ez fikirîm ku dev ji erka xwe berdim û ne jî li penaberî geriyam; Pêşniyareke wiha ji aliyê ti kes û aliyekî ve nehatiye kirin.
Tekane vebijêrk berdewamkirina têkoşîna li dijî êrîşa terorê bû.
Kesê ku ji roja ewil a şer ve, ji bo berjewendiya şexsî yan jî lihevkirinekê, firotina rizgariya milet red kiriye, ew kes e ku di eniyên pêş ên artêşê de bi leşker û efseran re bûye.
Ew kes li herêmên şer ên herî metirsîdar li dijî terorîstan rawestiya lê belê di demên herî dijwar de jî dev ji welatê xwe û gelê xwe berneda.
Ew heman kes zêdetirî 14 salan di bin bombebaran û êrîşên terorîstî yên berdewam li ser paytextê de bi malbata xwe re ma û li dijî terorê şer kir.
"Ez li pey berjewendiyên şexsî negeriyam"
Kesê ku tu carî dev ji piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Filistîn û Libnanê bernedaye yan jî dilsozên wê bêhêvî nekiriye nikare bibe kesê ku di demên dijwar de dev ji gelê xwe berde.
Ez tu carî ji bo berjewendiya şexsî li peywirê negeriyam, min xwe wekî parêzvanê projeyeke neteweyî didît.
Min ev proje pêk anî, bi baweriya gelê Sûriyeyê ku bi dîtina wan bawer bû, bi baweriyeke neşikestî bi îrade û hêza wan a parastina dewletê.
Min berpirsyariya parastina saziyên wan û parastina hilbijartinên wan heta kêliya dawî girt ser xwe.
Dema ku dewlet ji aliyê terorê ve were girtin û şiyana beşdariya watedar ji dest here, her mewziyek armanca xwe winda dike û dagirkirina wê meqamê jî bêwate dibe.
Lê belê ev yek bi tu awayî hesta min a girêdayîbûna Sûriyeyê û gelê wê kêm nake.
Ev girêdanek e ku ji hêla ti desthilatdarî an şertek ve nayê bandorkirin.
Ev aîdiyet bi hêviya ku rojekê careke din Sûriye azad û serbixwe bibe tijî ye."