Graham: Eger Tirkiye êrişî Kurdan bike, dê DAIŞî ji zindanê birevin

16-12-2024
RÛDAW
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham /Wêne: Arşîv
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham /Wêne: Arşîv
Nîşan Lindsey Graham Amerîka Tirkiye Rojavayê Kurdistanê DAIŞ Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham got, "Eger Tirkiye êrişî Kurdan bike û ev çekdarên DAIŞê ji girtîgehê birevin, wê ji bo cîhanê bibe kabûs

Graham li ser avakirina hikûmete nû ya li Sûriyeyê Graham anî ziman, “Bila Sûriyeyî hikûmeta xwe ava bikin û biryar bidin ka ew welatekî çawa dixwazin lê berjewendiya me ew e ku nehêlin DAIŞ vegere qada şer."

Her wiha Graham balê kişand ser çekdarên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê û ragihand ku li wê derê 50 hezar çekdarên DAIŞê hene.

Sanotorê Komariyan Lindsey Graham ji kanala NBC ya Amerîkayê re rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxandin.

"Tirkiye zextê li Kurdan dike"

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham wiha axivî:

"Bila Sûriyeyî hikûmeta xwe ava bikin û biryar bidin ka ew welatekî çawa dixwazin lê berjewendiya me ew e ku nehêlin DAIŞ vegere qada şer.

Pênc salan li Amerika û li seranserê Ewropayê teror belav kirin û mirov kuştin. Çekdarên DAIŞê amûrên kuştinê ne.

Dixwazin Îslamê paqij bikin. Dixwazin paşayê Urdunê û paşayê Siûdiyê ji holê rakin. Dixwazin Îmaratê bikin desthelateke olî.

Em naxwazin ev xelkên hanê Rojhilata Navîn bi rê ve bibin. Em naxwazin em ji Rojhilata Navîn bên derxistin.

Her wiha ew dixwazin dostên me yên li Îsraîlê ji nav bibin. 50 hezar çekdarên DAIŞê li bakurrojhilatê Sûriyeyê di bin kontrola hevpeymanên Amerîkayê Kurdan de ne.

Di berjewendiya me ya ewlekariya netewî de ye ku ew ji zindanê nerevin û xîlafetê ji nû ve ava nekin.

Di hilweşandina xîlafetê de me 4 leşker ji dest dan, Xwedê rehma xwe li wan bike. Ez naxwazim DAIŞ ji girtîgehê bireve.

"Reva DAIŞiyan wê ji cîhanê re bibe kabûs"

Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zextê li Kurdan dike. Pêdiviya me bi herêmeke bêçek heye.

Lê eger Tirkiye êrişî Kurdan bike û ev çekdarên DAIŞê ji girtîgehê birevin, wê ji bo me bibe kabûs, wê ji bo Sûriyeyê bibe kabûs, ê ji bo cîhanê bibe kabûs. Ev yek nabe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst