ALMANYA - Di daweta Kurdan de êriş: 3 kes birîndar bûn

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Almnaya Daweta Kurdan Koln
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kolnê yê Almanyayê di daweteke Kurdan de 3 kes di êrişeke bi kêrê de bi giranî birîndar bûn.

Li gorî polîsan êrişa bi kêrê êvara înê li salona dawetê ya Eurosaalê ya li navçeya Vogelsangê ya Kolnê di daweteke Kurdan de pêk hatiye.

Li gorî nûçeya rojnameya Bildê ya Almanyayê, di êrişa ku heta niha sedema wê nayê zanîn de 3 kes bi giranî birandar bûn.

Berdevkê polîsan ji Bildê re axivî û got, “Di navbera kesên ku beşdar bûn de nîqaş derket û piştre derketine derve. Birîndar wê şevê bilez hatine emeliyatkirin.”

Herwiha berdevkê polîsan da zanîn ku her 3 gumanbar ji cihê bûyere bi otomobîlê reviyane.

Li aliyê din hat ragihandin ku polîsan ji bo bûyerê komîsyoneke tawanê ava kiriye û ji şahidan xwestiye ku li ser bûyer û gumanbaran agahiyan bidin wan.

Tiştê balkêş jî ew e ku tevî bûyerê jî dawetê berdewam kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst