Wezîrê Derve yê Irelandê: Welatên ku Sûriye têk dan dê dîrok wan ceza bike

16-12-2022
RÛDAW
Wezîrê Derve yê Irelandê Simon Coveney
Wezîrê Derve yê Irelandê Simon Coveney
Nîşan Ireland Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Irelanda Simon Coveney di press konfranekê de li Neteweyên Yekbûyî ragihand, niha cîhan cihekî dîn û trajedîk e, dibêje Civata Ewlekariyê ji vê rewşê dûr ketiye, herwiha got: welatên ku hiştin ew tişt li Sûriyê biqewime wê dîrok bi dijwarî wan ceza bike.

Wezîrê Derve yê Irelanda Simon Coveney got, “Wê dîrok dadwerekî zêde dijwar be li ser wan welatên ku hiştin ew yek li Sûriyê çêbibe û trajedyaya mirovî li pey xwe bîne. Êdî bihêlin em hêvî bikin  dînbûna cengê li Ukraynayê di demeke zêde kêmtir ji ya Sûriyê yan Yemenê bi dawî bikin.”

Li aliyekî din Wezîrê Derve yê Irelanda behsa trajedyaya koçberên Sûrî li nav kampên Idlibê kir, û çîroka derbaskirina alîkariyên mirovî li gor biryareke Civata Ewlekariyê di Deriyê Bab el-Hewa re anî ziman.

Wezîrê Derve yê Irelanda Simon Coveney anî ziman, “Li wir biryareke Civata Ewlekariyê heye, rê dide derbasbûna di sînor re ku Neteweyên Yekbûyî di navbera Tirkiye û bakurê rojavayê Sûriyê de pê radibe, jê re tê gotin Bab el-Hewa. Min sala borî du caran serdana wir kiriye. Ez li gel rêxistinên ne hikûmî û cuda û yên ser bi  Neteweyên Yekbûyî ve axivîm. 4 Milyon û nîv li wir dijîn, bi qasî nêzîkî nîşteciyên Irelandayê ne. Bi rêya alîkariya mirovî ya navdewletî tenê li jiyanê dimînin.”

Sûriyê zêdeyî 11 salên krîz û şerê navxwe li pey xwe hiştin. Li gor Neteweyên Yekbûyî ji sedî 90ê xelkê vî welatî di bin hêla hejariya dijwar de dinalin. 2 milyon 700 hezar koçber li nav kampan tenê bi rêya alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî dijîn. Niha Sûriyê vê zivistanê di krîzeke sotemeniyê ya zêde xirab de derbas dibe. Hemû rêxistinên peywendîdar hişyariya li ser karesateke nêza û mirinê li vî welatî didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst