Amerîkayê 36 kompaniyên Çînî xistin di nava lîsteya reş de

16-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bazirganiyê ya Amerîkayê 36 kompaniyên Çînî xistin di lîsteya reş de, ku di nav wan de kompaniyên sereke yên çîpên pêşkeftî yên komputerê jî hene.

Wezareta Bazirganiya Amerîkayê roja Pêncşembê ragihand, di nava wan kompaniyan de ku di lîsteya reş a Amerîkayê de cih girtine, du kompaniyên mezin ên YMTC, AI champion Cambricon jî hene ku di warê çîpên zîrek û pêşkeftî de dixebitin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê, armanc ji wan sizayan ew e ku hewldanên Çînê ji bo bidestxistin û bikaranîna teknolojiya pêşkeftî, di nav de zîrekiya çêkirî, ji bo hewldanên nûjenkirina leşkerî û binpêkirina mafên mirovan, bê sînordakirin.

Ji wan 36 kompaniyên ku di lîsteya reş de ne, 21 kompaniyên mezin in ku beşdar in di lêkolîn, dîzayin, bazarkirin û firotina çîpên zîrek de ku têkiliyên wan ên nêz bi sektora berevaniyê ya Çînê re hene.

Hevdem heft ji wan kopaniyan jî di hewldanên artêşa Çînê yên ji bo pêşxistina sîstemên mûşekên balistîk û dengbir de beşdar bûne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst