Ursula von der Leyen: Di mehekê de 3500 koçber ji Belarûsê vegeriyane Iraqê

16-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê dibêje di mehekê de 3500 koçber ji Belarûsê vegeriyane Iraqê. Ursula von der Leyen li Strasburgê di civîna Parlamentoya Ewropayê de gotarek pêşkêş kir û got, bi hevsozî û yekbûnê karîne hewlên rejîma Belarûsê yên têkdana emin û asayîşa welatên Ewropî têk bişkînin.

Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Alexander Lukashenko wek dîktatorê dawî yê Ewropayê binav kir û got, bi rêya hinek cezayan û herwiha wê hevsoziya qayîm a di navbera welatên endamê Yekîtiya Ewropayê de hebû, nehiştin “rejîma otokratîk” a Belarûsê zalbûna xwe li ser Yekîtiyê ferz bike.

Ursula von der Leyen got: “Hewlên otokratîk ên rejîmê bo têkdana aramiya welatên me yên endam bi tevahî têk çûne, ji ber Yekîtiya me bi hevsozî yekbûne qayîm bersiv da. Me alîkariya mirovî xist tevgerê. Me hinek ceza ferz kirin. Me piştgiriya vegera bi xwestek kir û di encam de tenê di dema mehekê de, zêdeyî 3500 koçber bi awayekî silamet ji Belarûsê vegeriyane Iraqê.”

Yekîtiya Ewropayê, tedbîrên cuda gotûbêj kirin bo rêgirtin li hatina koçberan û qayîmkirina sînoran li ber koçberan, Komisyona Ewropayê pêşniyar kir, desthilat bo welatên endam bê dayîn daku xaleke pişkinînê li ser sînorê wan welatên dikevin devera Schengen deynin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst